Baroya Amedê di roja mafê zarokan de li ser rewşa zarokên li Tirkîyê raporek amade kir û bal kişand ku tundûtûjîya ser zarokan pirtir dibe.
Taybetî di warê zayendî de destdirêjîya li ser zarokan di nav deh salan de ji sedî 700 zêde bûye.
Rapora Baroyê de hatiye destnîşan kirin di nav deh salan de jiber sucên zayendî 15 hezar û 51 doz hatine vekirin, lê ev rêje ji sedî 20 e.
Di raporê de tê îdia kirin ku zarokên di bin parastina dewletê de rastê zêdegavî tên, lê dewlet nahêle li ser van îdiayan lêkolîn werin kirin.
Li gor rapora Baroya Amedê 2016’an de ji sedî yeke kesên zewicîne zarok in û di nav deh salan de 482 hezar 908 keçik hatine zewicandin.
Di nav 15-17 salî de jî 17 hezar û 789 zarok hatine zewicandine.
Rapor cîh dide pirsa zaroken biçûk ku dibin dayik û di nav 10 salên borî de 244 zarokên ji 15 salî biçûktir zarok anîne dinê.
Mijara zarokên karker jî di nav raporê de cîh digire ku li gor tomarên dewletê, 1 mîlyon û 170 hezar zarok di bi deste dewletê tên şuxulandin. Hejmara zarokên karker yên sala 2016'an 708 hezar bûne û di nav salekê de 56 zarokên karker dema li ser kar bûn, bi qezayên cuda jîyana xwe ji dest dane.
Rapora Baroyê balê dide ser reşw zarokên penaber yên Sûrî û dide zanîn ku 1 mîlyon û 358 hezar 904 zarok li Tirkîyê dijîn ku piranîyê wan karkerî dikin û ne di kontrola dewletê de ne.
Dîsa, li ser rewşa zarokên li girtîgehê jî beşek di raporê de heye ku dîyar dike 2 hezar û 106 zarok niha girtî ne û şertên giran yên girtîgehê berê zarokan dide sûcên giran. Rapor behsa îdiayên êşkence û destdirêjîya li girtîgehan jî dike.
Rapor bal dikşîne ser mafê jîyanê û dide zanîn ku li bajarên Kurdan wesayîtên zirxîn li dehan zarokan qelibîn û ji 20 zêdetir zarok hatine kuştin, lê hêzên ewlekarî yên ku van qezayan dikin, nayên ceza kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye Peymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1995’an de qebûl kir, lê xalên perwerde, azadîya ramanê, bi çanda xwe jîn û ya azadîya zimanê dayikê, red kir.