Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hat Girtin, Welat jî Îro Nehat Çap Kirin

Hikûmeta Tirkêyê roja Çarşemê dest danabû ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û 9 xebatkarên wê desteser kiribû.

Bi girtina Ozgurlukçu Demokrasî, Çapxaneya Gun jî hatibû daxistin.

Bi girtina wê çapxanê, îro jî rojnameya bi zimanê Kurdî, Welat nehat çap kirin jiber ku li Tirkîyê ti çapxane naxwaze Welat çap bike.

Rêvebirê Însîyatîfa Rojnamevanên Azad, Haqi Bolqan derheqa destdanîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dibêje ku hikûmeta desthilatdar dixwaze medya muxalîf ji binî ve nehêle."

“Cara yekê ye ser rojnameyeke Kurdî, bi biryara dadgehê qayum tê tayîn kirin, lê ew weke mal û mikê bavê xwe dibînin weke malê talanê."

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_03_30_2018_Welat