Bi kêmî 16 termên serjêkirî hatine dîtin li rojavayê Îraqê.
Ev term li Qaîm a nêzî tuxubê Sûrî ku wek kela xirabkarîyên Misilmanên Sunnî ye hatine dîtin.
Bîner dibêjin gelek ji van teman bi kincên medenî bûne û çavên wan û destê wan ji piştve girêdayî hatine dîtin.
Ne kifşe ka gelo tu têkelî heye di navbera van terman û komeke leşkerê Îraqî de, yên ku ji roja Sêşemê û virda winda ne û nêzî 20 kes bûne.
Ji alîyekî din ve, karbidestê Îraqî dibêjin hin mirovên çekdar du polîsên payebilind li bajarê bakur, li Kerkuk ê kuştine. Du polîsên din jî, li bajarê başur, li Besra yê hatine kuştin.
Xirabkar, ji meha çara, ji dema ku hukumeta nû ya Îraq ê hate damezirandin û virda êrîşên xwe zêde kirine.