Yasser Arafat  - 2004-11-05

Israelê ew weka tîrorîst da nas kirin. û dipêra danustandinên aştiyê ligel kirin. Rêberên Ereban hindek cara weka serokê welatî rahavêtin digel dikir û hindek cara weka xayin. Felestînîyan weka babê xwe berê xwe didanê û rêberê daxazên wan bo welatekê ser bixwe.

Yasser Arafat pêngaveka mezin havêt dema peymaneka aştiyê li sala 1993 mor kirî jibo desthelateka otonomî li kertê Xezze û kenara rojava. Sala dibêra, wî xelatê Nobilê Aştiyê wer girt jiber karê wî û wî ew xelat digel serok wezîrê berê yê Israelê Ishaq Rabîn û wezîrê derve yê Israelê Şamon Pîrêz hevpişik kir.

Rêberê Felestînî bi Erebî di axift dema rêzgirtin lê hatiye kirin li Oslo paytextê Nerwîcê li rê u resmên wergirtina xelatê Nobil û gotina wî di hate wergerandin.

piştî dû salan berêz Arafat bû yêkem serokê helbijartî li devera Felestînîyan. Ew nêzîktirîn qonax bû bo cê bicê kirina xewna wî jibo serokatiya welatekê ser bixwe yê Felestînî digel hindê jî ew her ji xwe bawer bû ku dê dewleteka Felestînî bête damezrandin, evca çi bi wî yan jî bê wî. Rêzdar Arafatî digot "çi zû çi direng ew dewlet dê bête damezrandin."

Yasser Arafat rêkeka dirêj birî ji demê ew nugeh û cehêl bû. yekem xebata wî ya dijî Israelê ew bû dema wî çek di gehandin babê xwe û birayê xwe yê mezin li şerê sala 1948.

Cara yêkê Yasser Arafat pêk înana bizava xwe ya bi navê bizava rizgarîya Felestînê li salên 1950 yan ragehand dema ew hêşta xwênkar bû li Qahire. di pêra û dema ew li Kuwêtê dijiya wî bizava Fetih pêk îna. ew bizav bû kakila rêkxistiya rigariya Felestînê.

Li sala 1968 rêzdar Arafat bû rêberê rêxistiyê û heta mirî. li dest pêka jiyê xwe Yasser Arafat weka tîrorîstekê dil req û bê rehim di hate nas kirin. û li sala 1988 berêz Arafat dest bi jiyana dyplomasî kir. Li wê salê wî gote netewên yêkgirtî rêxistiya rizgariya Felestînê dê pênasînê bi Israelê bike weke welatekê xudan serwer.

baştirîn nîşana guhorîna rêzdar Atafat berev jiyana dyplomasî dyar bû piştî razî bûî li ser danustandinên bi dizîve yên aştiyê, ewên rêk jibo peymana Oslo xweş kirîn. Li seredana Emerîka û li seraya sipî wî rêkeftineka demî digel serok wezîrê Israelê Ishaq Rabîn mor kir li sala 1993.

Rêkeftinê hîvî jibo bi dawî înana şerê dehan salan zêde kirin. lê mixabin piştî heft salan hîvîyên Israelî û Felestîniyan jibo aştiyê verevandin bi dest pêkirina alozîkarî û tundutîjîyan û hewlên vejandina piroseyên aştiyê her û her ji nav diçon.

Bi dirêjahiya wî demî, Israelê Yasser Arafat xetabar dikir bi sistîyê hemberî tundutîjîyan û gehîşt wê radeyê bend kirin dana ser hatin û çona wî ji dervey ofîs û bingehên wî li kenara rojava.

Belê ew sivik kirin bu Egera hindê Erefat dinav Felestînîyan de xweştivî be tevî gil û gazindên wan jiber şêweyê rêberatiya take kesî ya rêzdar Arafat her çewa be, Felestînîyan ew weka babê xebata xwe jibo dewleteka ser bixwe dadina.

wî digot em digel proseyê aştiyê ne, nebes ji xwe ra belkû jibo zarokên xwe û paşeroja wan. Bi cil u bergên Erebî, bi egal û rihên dirêj Yasser Arafat li seranserî Cîhanê gerya bp gehandina pirsa gelê xwe. Ew ji hewlên kuştinê rizgar bû û ji keftine xwara firokekê, û herdem karîbû xwe ji aloziyan û şikestina rizgar bike, evî çi siyasî bin yan leşkerî.

Jiber xebata şorişa Felestînî Yasser Arafat qet razî nebû jinê bîne. Belê di jîyê 62 salên wî biryareka seyr û ecêbî da dema sikitêra xwe ya cihêla mesîhî Suha mare kirî û li sala 1995 wê kiçek jê bû.