Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yalçin Yanik, Namzedê HDP’ê yê Îzmîrê, Dixwaze Bibe Dengê Bindestan


Di hilbijartina 1’ê Mijdarê de li Îzmîrê HDP, 233 hezar û 553 deng wergirtin û du parlamenter şandin parlemanê.

HDP’ê jibo berbijarîyên parlamenterîyê lîsteke berfireh li Îzmîrê amade kir.

Di nav namzedan HDP’ê de Kurd, Tirk, Alevî, Tirkmen, çepgir, oldar, ciwan, kal û Dayikên Aştîyê cîh digrin.

Yalçin Yanik ku 40 sal in karker e, bi eslê xwe jî Afrîqa ye. Bavûkalên wî di dema Osmanîyan de, 200 sal berê wek kole hatine anîn. Yanik, ji herêma yekê ya Îzmîrê, ji rêza sêyê dibe namzedê HDP’ê.

Yanik bawer dike ku rizgarîya çînên bindest bi tekoşîna hevgirtî ya karker û gelên bindest pêkan e. Lê, ew bawer dike ku temsîlîyeta parlamenê û rol û mîsyona HDP’ê jî girîng e.

“Şertên giran li ser çîn û gelên bindest hene û mafên Kurdan jî tên binpê kirin. Jibo guhertina vê rewşê, divê herkes dengekî bide HDP’ê, dengekî bide Demîrtaş.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_06_05_2018_Yalcin_Yanik
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00

XS
SM
MD
LG