Li bajarê Wanê ciwanên ku li ser ziman û çanda Kurdî dixwazin çalakîyan çêkin, bi navê 'Çalak Events Wan' platformek serbixwe ava kirin.
Çalak Events Wan, li ser Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke sê rojan amade kir.
Lêkolîner Bedran Hîkmet, derhêner Aram Dildar, derûnînas Leyla Nisêbinî, Bloger Omer Faruk Baran, Youtuber Roza Siera her yek li ser pirsporîya xwe gotarên balkêş pêşkêş kirin.
Ji Çalak Events'ê Rozerîn Tadîk û Welat Ozalp beha bernameyan û kêşeyên ku lê rast hatine, dikin.
Rozerîn dibêje rewşa polîtîk, tirsa li ser civakê mirovan ji xebat û çalakîyên ziman dûr dixe.
Welat jî dide xuyakirin kêşeya aborî û cîh, astengîyên mezin in li pêş wan. Ew herwisa dîyar dike ku platforma wan ne polîtîk e, lê jiber ku bernameyên wan bi Kurdî ne, Kurdî bi serê xwe weke mijarek polîtîk tê nîrxandin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî îlankirina rewşa awarte bi girtina televîzyon, komele û dibistanên Kurdî, di warê çalakîyên zimên de çawsandinek heye.
Jiber zextan, herwisa kêmasîya derfetan çalakî û xebatên berbiçav pir çênabin û piranîya bernameyan jî bi panelan sînorkirî dimînin.