Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Pêncşemê ragihand ku rewşa mafên mirovan li Kenara Rojava ya Filistînî her diçe xirabtir dibe û bang li Îsraîlê kir ku "dawî li kuştinên derqanûnî" yên dijî Filistîniyan bîne.
NY di raportekê de ji Îsraîlê daxwaza rawestandina demûdest ya karanîna çek û amûrên leşkerî di operasyonan de kir. Wê herwiha rawestandina radestkirinên keyfî û serederiya xirab ya dijî Filîstînîyan û rakirina qedexeyên cudakar ya ser tevgerên Filîstînîyan daxwaz kir.
Volker Turk, Berpirsê Mafên Mirovan yê NY got, "Karanîna şêwazên leşkerî û çekan di çarçoveya qanûnê de, karanîna hêza nehewce yan jî bêpîvan û qedexeyên ser tevgerê yên berfireh, keyfî û cudakar gelekî xembar in ku bandorê li Filîstînîyan dikin."
Ofîsa Mafên Mirovan ya NY ragihand ku wan ji 7'ê Cotmehê heta roja Çarşemê 27’ê Berfanbarê ve li Kenara Rojava ya û Qudsa (Orşelîm) Rojhilat kuştina 300 Filîstînîyan piştrast kirine ku ji wan 79 zarok in.
Ofîsê got, "Hêzên ewlekarîyê yên Îsraîlê herî kêm 291 Filîstînî, rûniştvanên Îsraîlî 8 Filîstînî ku û Filîstînîyek jî ji alîyê hêzên ewlehîyê yan jî hela xelkê wargehan ve hatine kuştin."
Ofîsa NY eşkere kir ku îsal berî 7’ê Cotmehê jî li herêmê jixwe 200 Filistînî hatibûn kuştin.
Voler Turk bang li Îsraîlê kir ku destûrê bide ofîsa wî têkeve Îsraîlê û got ku ew ser êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de jî dê raportekê bi wî rengî amade bikin.
Jêder:AFP