Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelensky: Rûsyayê 'Bombeyên Goşeyî' Avêtin Tora Enerjiya Ukraynayê


Hêzên Ukraynî nîşan didin ku Rûsya 'Bombeyên Goşeyî' di şer de li dij Ukrayna kar anîne
Hêzên Ukraynî nîşan didin ku Rûsya 'Bombeyên Goşeyî' di şer de li dij Ukrayna kar anîne

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku Rûsyayê roja Pêncşemê bi mûşekên krûzê yên bi bombeyên goşeyî êrîşên mezin biriye ser navendên enerjîyê yên Ukrayna.

"Li gelek deveran, êrîşên bi bombeyên goşeyî hatin tomarkirin, û binesazîya sivîl kirin armanc," wî di peyama xwe ya li ser Telegramê got.

Zelenskyy got ku artêşa Ukrayna 79 mûşek û 35 dronên Rûsî hatine xistinê xwarê, lê zêdeyî mîlyonek Ukraynî bê elektrîk di sermaya sar de mane.

"Ev zêdebûna taktîkên terrorist yên Rûsya yên pir ruswa ne." Zelenskyy got.
Zelensky banga xwe ya jibo hevbendên Rojavayî yên Kîevê dubare kir, ku bêtir berevanîya esmanî peyda bikin, bi taybet di mehên krîtîk yên zivistanê de ku Ukrayna hewl dide binesaziya enerjîya xwe ji êrîşan biparêze.

Bombeyên goşeyî dikarin ji firokeyan yan jî ji top û mûşekan werin avêtin, di hewayê de diteqin û perçeyên bombeyan li herêmeke berfireh belav dibin. Pispor dibêjin hem Kîev û hem jî Moskow di şerê hema hema sê salan de bombeyên goşeyî bikar anîne.

Ji destpêkirina dagirkarîya Rûsyadi Sibata 2022’an de û vir ve, li Ukraynayê bombeyên goşeyî zêdetirî 1,000 kes bombeyên goşeyî kuştine yan jî birîndar kirine, Koalîsyona Çekên Xoşî (CMC) di rapora xwe ya salane de di Îlonê de got.

Ew hevdem metirsîyek demdirêj derdixin hole, jiber ku gelek demûdest nateqin, wekî mayînên bejahî yên ku dikarin bi salan şûnda biteqînin, CMC destnîşan dike.

XS
SM
MD
LG