Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Amedê ji bo Tahir Elçi Çalakiya Bîranînê Lidardixe


Baroya Amedê piştî qetilkirina Tahir Elçî, her roja înê bi daxuyaniyek çapameniyê bang li dewletê dikin da ku doza wî were ronîkirin û kujer werin girtin.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, digel evuqatan li ber avahiya Edliya Amedê daxuyaniyek da çapameniyê û çalakiya rûniştnê lidar xistin.

Ahmet Ozmen destnîşan kir 121 hefteye ku tu pêşketinek di di doza Tahir Elçî de çênebûye, di nav du salan de tu gumanbarek îfade nedaye.

Hunermend Metin Kemal Kahraman jî beşdarê daxuyaniya heftê bûn.

Kemal Kahraman jî axaftinek kurt kir û got Tahir Elçi weke Musa Anter, Hirant Dink bi qurbanê kuştineke siyasî.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ji Dengê Amerîkayê re behsa armanca vê çalakiyê kir û derbarê rewşa dawî ya dozê de zanyariyan parvekir.

Wî got heta neha dîmenên kamerayên kuçeya kuTahir Elçî hat kuştin, bi temamî nehatine temaşekirin. Herwisa da zanîn jibo analîza dimenên vidyoyan li Ewrupayê tîmeke pispor ya ji endamên tiba edlî ne, lêkolînan dikin. Wî got di dawiya meha Gulanê de rapora vê tîmê bidawî dibe. Birêz Ozmen got ew ji raporê bihêvî ne.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn 07_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:32 0:00

XS
SM
MD
LG