Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Daxuyaniyên li ser Referanduma Herêma Kurdistana Îraqê


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan beriya civîna parlemana Herêma Kurdistana Îraqê, di bernameyeka telefizyonî de li ser referanduma Herêma Kurdistanê axivî.

wî got:

“Barzanî dizane ku fikrê me çiye. Daxuyaniya wî pir şaş e. Ew dizane em çiqas hesasin li ser yekîtiya erdê Îraqê. Herwisa hesasiyeta me ya Kerkukê jî dizane lê dîsa li ser van deran dikeve nav hewildana operasyonan. Ev ne rastin. Em di dema herî dijwar de li rex wan bûn. Ev kiryara wî dike berê me bide pêvajoya biryarek nû."

Wî da zanîn civina Netewî ya Ewlehiyê (MGK) di 22ê mehê de ye û biryara xwe ya dawî dê li wir bêjin.

Serokwezirê Tirkiyê Binalî Yildirim jî roja înê got "biryara referandumê ji serî heta dawî gavek şaş e. Hê ku dereng nebû ye, divê ji vê şaşiyê gavan paş de bavêjin."

Berdevkê HDPê Osman Baydemir roja Şemiyê li Amedê prês konferansek lidarxist.

Wî got bi vekirina parlemana "başûr" dilxweş bûne.

"Biryara ku parlemaneto standiye biryara gelê Kurdistanê ye û lazim e hemû kes rêz bistin e. Mafê her gelî heye ku qedera xwe tayin bike."

Osman Baydmeir biryara hikûmeta Baxdayê ya li dijî parêzgarê Kerkukê Necmedin Kerkim jî şermezar kir

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00

XS
SM
MD
LG