Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Partiya Dad û Pêşvebirinê Recep Tayip Erdogan ji bo beşdarê kongreyên AKPê bibe, çû Bedlîs û Batmanê.
Erdogan li herdû bajaran hem ji bo HDP û DBPê, hem jî li ser operasyona Efrînê peyaman da. Bi zimanek tund daxuyaniyên rewşenbîran ên dijî şerê Efrînê şermezar kirin.
Li Bedlîsê got çiyayên dora Efrînê di bin konrola artêşa Tirkiyê de ne û hindek ma ku bikevin navenda Efrînê jî.
Li Batmanê jî li ser daxuyaniya rewşenbîran, rêxistinên sivîlan got ewê rê nedin ku hezkirina terorê li Tirkiye were kirin.
Wî behsa Artêşa Azad a Sûrî kir û got "Ew di milê leşkerê me de bi nişaneya ala Tirk tekoşînê dikin lê li ser unîformayên PYDê, YPG çi heye, nişaneya ala Amerîka. Gelê min van rastiyan bi çavê xwe dibîne."
Hûn dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin