Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Roja Çarşemê dê Pêşwaziyê li Serokê Hilbijartî Donald Trump Bike


Election 2024 Decision Notes Super Tuesday
Election 2024 Decision Notes Super Tuesday

Qesra Spî, roja Şemiyê ragihand, ku Serokê Amerîka Joe Biden dê roja Çarşemê li Qesra Spî pêşwaziya Serokê hilbijartî yê Amerîkî Donald Trump bike, di yekemîn civîna wan de piştî ku berbijarê Komarî di hilbijartinên serokatîyê de serketin bi dest xist.

Biden dê roja Çarşemê demjimêr 11:00 sibê li gor dema Washington DC bi Trump re li Ofîsa Oval kom bibe, bi destpêkirina qonaxên veguhestina desthilatê bo rêveberiya nû ya Amerîkî.

Biden soz da ku bi serokê hilbijartî yê Komarî Donald Trump re rûne, ku roja Sêşemê serkeftinek mezin li hember Kamala Harris Cîgira serok û berbijara Demokrat bi dest xist. Biden di gotara xwe ya roja Înê Pêncşemê soza veguheztinek "aştiyane û bi rêkûpêk" ya desthilatê dabû.

Yekser piştî serkeftina roja Sêşemê di hilbijartinan de, Trump dest bi avakirina rêveberiya xwe ya dahtî kir, berî sondxwarina yasayî ya radestkirina desthilatê 20 meha Çile ya 2025an de.

Roja Pêncşemê, Trump seroka helmeta hilbijartan, Susie Wiles, hilbijart ku posta seroka dîwanê ya Qesra spî werbigire.

Trump di daxuyaniyekê de got, "Susie Wiles alîkariya min kir ku yek ji mezintirîn serketinên siyasî di dîroka Amerîkî de bi dest bixim."
Serokê hilbijartî diyar got ku ev jina di şêst salîyê de, dê bibe jina yekem di dîroka Amerîka de ku vê posta bi prestîj bigire û ev yek "rûmetek ku ew ji hejî ye."

Jêder: WH/AP

XS
SM
MD
LG