Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dijî DAIŞ'ê Dest bi Operasyoneke Nû Dike


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê ragihand ku wê dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) dest bi operasyonek nû kiriye.

Di rojên borî de çekdarên DAIŞ’ê li Reqa ya navenda berê ya wê rêxistina tundrê, êrîş biribûn ser navendeke leşkerî ku hevalên xwe ji wir azad bikin.

Çekdarên DAIŞ’ê di wê êrîşê de 6 çekdarên Kurd kuştibûn.

HSD ya bi pêşengîya Kurdan ragihand ku operasyona wê ya bi navê Birûska Cizîrê armanc dike ku çavkanîyên dawî yên DAIŞ’ê hilweşîne.

Li gor HSD’ê operasyon bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê çêbûye tevî ku hêzên navnetewî hîn ew yek piştrast nekiriye.

Fermandarên HSD’ê didin zanîn ku çekdarên DAIŞ’ê vê dawîyê, xêncî êrîşa li Reqa, Dêrezor, Hesekê û li dora Kampa Holê 8 êrîş li dar xistine.

Li Kampa Holê bi qasî 50,000 kes dimînin ku ew malbatên çekdarên DAIŞ’ê ne.

Tirkîyê di demên dawî de êrîşên esmanî biribûn ser bakurê Sûrîyê ku HSD dibêje ku DAIŞ dixwaze sûdê ji vê rewişê wergire.

Her çiqas îro bi awayekî fîzîkî di destê DAIŞ’ê de ax tune jî, çekdarên wê hîn hene.

HSDê bi alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka axa dawî ya di destê DAIŞ’ê de mayî jî ji dest wê rêxistina tundrê derxist.

DAIŞ’ê ser êrîşa roja Duşemê got ku armanca wê tolhildana girtîyên Misilman û xizmên jin yên cîhadîyên li Kampa Hol in.

Di meha Îlonê de, rêvebirên Kurd piştî li Kampa Hol tunel û cebilxaneyek dîtibûn zêdetirî 200 kes girtibûn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG