Rojnamevanên jin, çi li karkirina ser çîrokeke metirsîdar bin, çi jî li navenda nûçeyan bin, tim rûbirûye xeterîyê ne.
Carna bûyerên ku ew dişopînin, carna jî kesên ku dixwazin dengê wan rojnamevanan bibirin, li ser wan xeternak in.
Rojnamevanên jin li Rojava jî din şert û mercên giran de dixebitin: Li alîyekî şerê navxweyî ya dûr û dirêj, li alîyekî din abluqaya aborî û tunebûna elektrîk, înternet û derfetên din di karê wan de dibin asteng.
Rojnamevan Evîn Yusif li Qamişlo derbarê karê rojnamevanên din agahî dide guhdarên me.