Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Êrîş 'Bersivek' Bû ji Mûşekên ji Aliyê Rojava Ve Hatine Şandin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Pêncşemê diyar kir ku bombebarana esmanî ya berfireh û mezin li ser navendên enerjîyê yên Ukraynayê, wek bersîvekê lêdana Kîevê ya axa Rûsyayê bi mûşekên Rojavayî bû.

"Me êrîşeke berfireh pêk anî. Ew bersivek bû li ser êrîşên berdewam yên ser axa me bi mûşekên ATACMS yên (Amerîkî)," wî di gotarek televîzyonê de got.

Putin destnîşan kir ku Moskow wê her tim bersîva êrîşên Ukraynayê yên bi mûşekên ATACMS ku ji Amerîka peyda kirine bide.

Serokê Rûsya ragihand ku jibo tolhildana êrîşên pêşerojê, artêşa wî hizra êrîşeke di cergê Kîevê de dike.

"Wekî ku min gelek caran gotiye, wê her tim bersivek ji alîyê me ve hebe."

Putin eşkere kir ku Rûsya zêdetirî 90 mûşek û 100 dron avêtine, û îdia kir ku 17 armanc hatine lêdan, ku rêberê Rûsî kêm caran jimaran dide.

Putin got ku fermandarîya leşkerî ya Rûsya armancan dibijêre ku li Ukraynayê lêdanan bike, û wî gef xwar ku di êrîşên siberojê de ew dikarin li avahîyên hikûmetê yên li Kîevê jî bixin.

Wî her wiha îdia kir ku Rûsya dizane ku Rojava çend çekên dûravêj dane Kîevê û ew li ku derê ne.

Serokê Kremlînê jî dubarekirina gefên xwe yên berê dûr sekinî, ku Rûsya armancên leşkerî li welatên rojavayî yên ku çekan didin Ukraynayê, jibo êrîşên pêkan yên Rûsyayê rewa dihesibîne.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku Rûsyayê di wan êrîşan de mûşekên krûzê yên bi bombeyên goşeyî bi kar anîye.

Dezgeha hawarçûnê ya Ukraynayê got ku êrîşên Rûsî yên şeva borî ziyan gihandine li 14 herêmên li seranserî welat.

Hêza esmanî ya Ukraynayê ragihand ku wê 79 ji 91 mûşek û 35 ji 97 dronên Rûsî xistinê xwarê.

Karbidestan got ku piştî êrîşên Rûsî, zêdetirî mîlyonek Ukraynî bê elektrîk di sermaya sar de mane; nîv mîlyon a li rojavayê herêma Lviv, 280 hezar li herêma Rivne ya rojava û 215 hezar li bakurê rojavayê herêma Volyn.

Ukrayna xwe jibo zivistanek dijwar amade dike, jiber ku Moskow bombebarana xwe ya esmanî zêde dike û leşkerên wê li enîyên şer li rojhilat pêşve diçin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG