Pênc roj berê, di dema kontrola rê de, xortekî Kurd yê bi navê Murat Araç, li bajarê Antalya tê desteser kirin.
Cenderme, Araçê 18 salî bi heceta ku endamê PKK’ê ye, desteser dike û dû re teslîmî polîsan dike.
Cenderme malbatê bi telefonê agahdar dike, lê piştî ku malbat ji Serêkanîya Ruha tê Antalaya, dibîhizin ku kurê wan xwe kuştiye.
Malbata Murat dibêje ku ew sê sal in wan agahî ji kurê xwe negiritne. Dîya wî, Ezize ji rojnamevan re gotibû ku kurê wê bi êşkencê hatiye kuştin.
Hejayê gotiniye ku parlamenterên HDP'ê rewşa Araç anîn parlamanê, lê Wezirê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got Araç endamê PKK’ê ye.
Wî herwiha îdia kir ku PKK’ê ferman daye endamên xwe ku dema bikevin destê hêzên ewlekarîyê, xwe bikujin.