Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

12 Bizavkarên Mafê Mirovan li Stenbolê Hatin Desteser Kirin


12 bizavkarên mafê mirovan ku di rêxistinên navnetewî de dixebitin, di perwerdeyekê de li Stenbolê hatin desteser kirin

Aktîvîstên ku di rêxistinên navnetewî de dixebitin, jibo perwerdehîyek parastina aktîvîstên mafê mirovan” li Buyukadaya Stenbolê hatibûn ba hev.

Hêjayî gotinê ye ku medya nêzî hikumetê derbarê van aktîvîstan de nûçeyan belav dike û wan bi ajantî, sucdar dike.

Yek ji aktîvîstên destesekirî Şehmus Ozbeklî ye û li ser navê Însîyatîfa Mafan ji Amedê beşdarê civinê bûye. Ev rêxistin di şûna Mazlum-Dera Amedê de hat ava kirin ku ew rêxistin bi biryareke awarte 12 şaxên li bajarên Kurdan dabû girtin.

Ji Însîyatîfa Mafan, Reha Ruhavîoglu ji Dengê Amerîka re da zanîn ku wan bi tesadufî hîn bûye ku 12 çalakvan hatine girtin.

Ruhavîoglu dibêje, medya dixwaze çalakîyên jibo mafê mirovan bike nav bizavên sixurîyê û desteserkirina çalakvanan di raya giştî de bi vê tawanbarîyê meşrû nîşan bide.

"Di peymanên navnetewî hatiye destnîşan kirin ku divê hemî dewlet, parêzvanên mafê mirovan biparêzin. Divê cidîyeta dewletê hebe, lê bi van kirinan cidîyet jî nemaye. Bi desteserkina 12 aktîvîstên mafê mirovan nişan dide ku asta rewşa parastina mafê mirovan li Tirkîyê çi ye."

Rêxistinên ku endamê wan hatine binçavkirin ev in:

Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International), Komela Helsînkî ya Hemwelatîyan, Komela Rojeva Mafê Mirovan, Komela Çavderîyê ya Wekhevîya Welatîyan, Koalîsyona Jinan, Însîyatîfa Mafan.

KHF_7_6_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:35 0:00

XS
SM
MD
LG