Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja yekşemê li bajarê Çanakaleyê ragihand ku bajarê Efrînê bi temamî ketiye bin kontorla artêşa Trikiyê.
Partiyên Kurd û rêxistinên sivîl li Amedê, li ser rewşa dawî ya Efrînê kombûnek lezgîn lidarxistin.
Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk Berdan Ozturk destpêkê de axivî û got ew baş dizanin ku ji bo Kurd nebin xwedî statû dewleta Tirkiye êrişê ser Efrînê kiriye û Tirkiye pergala li Efrînê ava buye ji xwe re kiriye armanc.
Hûn dikarin di dirêjayiya raportê de nerînên parlamenterên HDPê yên Amedê İmam Taşçier û Nimetullah Erdogmuş li ser fayla deng guhdar bikin.