Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên li ser BDP û HBP’ê Didomin


Operasyonên li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê didomin.

Şeş rêvebir û serokên partîyên çepgir û rêxistinên sîvîl ku piştgirîya HDP’ê dikin, di heman operasyonan de hatin girtin.

Di nav wan de Hevseroka Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît û berdevkê kongrê Onur Hamzaoglu jî hene.

Hevsero DBPê Mehmet Aslan biştî binçavkirina du rojan roja Pêncşemê bi tawana endamtîya rêxistina terorê hat girtin. Roja înê jî cîgira seroka DBP’ê Hacîre Ozdemîr li Amedê hat binçav kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Yekşemê li Enqerê HDP bi kongreyekê hevserokên xwe yên nû dîyar dike.

Navê endamên hevseroktîya HDP’ê dîyar bû: Parlamentera HDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan û parlamenterê berê yê HDP’ê Sezaî Temellî.

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay li ser torên civakî derbarê serdegirtin û desteserkirina endam û rêvebirên HDP û DBP’ê de peyaman da.

“Em dizanin ku ev operasyon li dijî kongreya me pêk tê, lê ti zext nikare xwe li pêş îrada men bigire. “

Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureya Onder jî got ku ev operasyon jibo betalkirina kongra HDP’ê ye. Wî got ku niha agahîyeke zelal di destê wa de tune ku bizanin çend kes hatine binçav kirin.

KHF_02_09_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG