Li Amedê û li bajarên din yên herêmê 682 mamosteyên Kurd ji bajarên Anatolîya Navîn û bakurê Tirkîyê re hatin sirgun kirin. Li bajarê Ruha 367 mamoste, ji Amedê 264 û li Entabê jî 51 mamoste hatin sirgun kirin.
Mamoste ji dibistanên xwe hîn bûn ku biryara sirguna wan derketîye, lê hê jî bi zelalî eşkere nebûye ku van mamsoteyan li kîjan bajar û dibistanan hatine şandin.
Hêjayî gotinê ye ku piranîya van mamosteyan endamên Sendîkaya Perwerde ya Zanistî (Egitim-Sen) in.
Par di meha Îlonê de jî piranîyê wan Kurd, 11 hezar mamoste çar meh ji kar hatibûn dûrxistin ku tene li Amedê ev hejmar 4300 bû.
Ev mamoste, di 29’ê meha 12 ya sala 2015’an li hember qedexe, şer û pevçûnên li Sûr û Cizîrê daxuyanîyek belav kiribûn û daxwaza aştîyê kiribûn.
Ew herwisa, di heman rojê de, bi biryara sendîkayê ya boykotê rojekê neçûbûn kar.
Bi biryarnameyeke di desthilata qanûnê de jî, ji van mamosteyan tene li Amedê 132 mamoste ji kar hatin derxistin. Navenda Egitim-Senê li ser sirgunan daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
“Wezareta Perwerde bi hesta tolhildanê tevdgire û bi hesabên sîyasî biryaran digire. Ne xema wan e ku biryarên bi vî rengî wê di sistema perwerdê de bibin kêşeyên mezin û mafê xwendekaran were binpê kirin.
Divê dezgehên dewletê li ser bingehên hiqûqê biryaran bidin. Rûdanên li Tirkîyê nişan didin ku biryarên rêvebirî hiqûqê tune dike. Mafên sendikayê mafên bingehîn in, lê li Tirkîyê ev êdî weke sûc tê dîtin. Dema karmend mafê rewa yê sendîkayê bikar tînin, rastê cezayên giran tên. Em dizanin ku ev biryar bi talîmatên sîyasî tên girtin.”
Piştî ragihandina Reşwa Awarte, heta niha 27 biryarnameyên di desthilata qanûnê de hatin îlan kirin. Bi van biryarnameyan 111, 240 karmend û karker ji kar hatin derxistin.
Hejmara mamosteyan ji 32,000 zêdetirin ku 28 hezar kes bi îdiaya endamtîya rêxistina FETO ji kar hatin derxistin.