Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgeriya Amedê di heqê 30 Siyasetvanên Kurd de Lêpirsînekê Dike


Serdozgeriya Komarî ya Amedê di heqê 30 siyasetvanên Kurd de lêpirsînek da destpêkirin.

Di nav wan de Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, Cîgirê wî Bayram Bozyel, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Bakûr (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak, Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Mesut Çifyurek jî hene.

Serdozgeriyê bi hiceta ku wan ji bo rêxistina PKK bizav û çalakî kirine îfadeyên wan girtin.

Cîgirê Serokê PSK Bayram Bozyel destnîşan kir ev lêpirsîn li ser komxebata pişgiriya referanduma Kurdistanê, herwisa daxuyanyên li dijî operasyona Efrînê hatiye vekirin.

Wî got dibe ku hewildana wan ya jibo tifaqa Kurdîstanî ya Hilbijartinê jî bandorek çêkiribe.

"Bi van lêpirsînan dixwazin pêşî li pêla xeta serxwebûnxwaz û azadîxwazan bigrin" got Bayram Bozyel.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Deng 19_05_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00

XS
SM
MD
LG