Cîgirê Partiya Gel ya Komarî Sezgin Tanrikulu beşdarî rûniştina doza Selahattin Demirtaş bû. Dengê Amerîkayê digel Tanrikulu li ser doza Demirtaş hevpeyvîna taybet kir.
"Erdogan bi wê guhertinê ket parlamentoyê lê nihe bi wê guhertinê hem parlamenteriya parlamenan ji destê wan distîne hem jî mafê zirxa parlamenteriya wan dide rakirin."
Sezgin Tanrikulu got " Demirtaş serokê partiya sêyemîn ya parlamentoya Tirkiyê ye. Piştî 14 mehan beşdariya wî ya dozê nîşan dide ku, edalet bûye amûrê tolhildanê."
Sezgin Tanrikulu daxûyakirin hem girtina parlamenteran, hem rakirina mafê destnedayîna parlamenteriya wan, li dijî destura bingehîn e. Dozên ku, di heqê parlamenteran de vebûne û girtina wan, dide xuyakirin ku edalet û sistema dadgeriyê li Tirkiyê bûye weke amûrek.
Herwiha li ser Demirtaş operaysyonek siyasî ya tolhildanê tê birêvebirin.
Sezgin Tanrikulu " Edalet bûye amûrê tolhildanê"
Birêz Tanrikulu behsa dema qedexa li pêşiya parlamenteriya Recep Tayip Erdogan kir û got CHP jibo astengiya li pêşiya Erdogan rabe, piştgirî da AKP da ku destura bingehin were guhertin û Erdogan dikaribe bibe li parlamentoyê bibe serokê partiya xwe.
"Erdogan bi wê guhertinê ket parlamentoyê lê nihe bi wê guhertinê hem parlamenteriya parlamenan ji destê wan distîne hem jî mafê zirxa parlamenteriya wan dide rakirin."
Sezgin Tanrikulu got " Demirtaş serokê partiya sêyemîn ya parlamentoya Tirkiyê ye. Piştî 14 mehan beşdariya wî ya dozê nîşan dide ku edalet bûye amûrê tolhildanê."
Cîgirê Serokê CHPê jibo rewşa Leyla Zana got bêdewamiya rûniştinan ne sedeme ku parlamenteriya Leyla Zana ji destê wê were sendin.
"Lê hem AKP hem MHP jibo xistina parlamenteriya wê bazdan dengdanê." Hêjayî bîrxistinê ye yasaya rakirina zirxa parlamenteriyê bi piştgiriya CHPê hat qebûlkirin. Dema me piştevaniya CHPê jibo vê yasayê bibîrxist, birêz Tanrikulu weha bersiv da.
"Belê para CHPê û berpirsiyariya wê heye, weke xwerexnekirin em her carê îfade dikin. Lê bi şeklê xistina meriyetê ya vê yasayê ne sûcê CHPê ye. Dema dengdanê 115 endamên CHPê li dijî erêkirinê derketin û erê nekirin."