Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump roja Înê Karoline Leavitt ji bo posta Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî ragihand.
Leavitt, 27 salî ye, berdevka kampeyna hijartinê ya Trump bû.
Trump di daxuyaniyekê de got ku Leavitt wek berdevka helmetê ya hilbijartinên "dîrokî" karekî jêhatî kir û got ku ew "aqilmend, bihêz e û îsbat kiriye ku ew dikare bi ragihandinên bi bandor bike."
Derbarê kesayetiya Karoline Leavitt wî got "baweriya tam heye ku ew dê li ser platformê biser bikeve, û dê bibe alîkar ku peyama me bigihîne gelê Amerîkî, ji ber ku em dixebitin ku Amerîka dîsa mezin bikin."
Berî niha, Trump ragihand ku Steven Cheung, ku di van du salên borî de wekî alîkarê payebilind ê çapemeniyê di kampeyna wî de xebitî, dê beşdarî rêveberiya dahatî bibe û wekî berpirsê ragihandinê li Qesra Spî wezîfedar bibe . Ekîbê her wiha ragihand ku Sergio Gor wê wezîfeya Rêvebirê Karmendên karûbarên Serokatîyê werbigire.
Wî di daxuyaniyekê de got "Steven Cheung û Sergio Gor ji kampanyaya min a yekem a serokatiyê ya sala 2016-an vir ve şêwirmendên pêbawer in, û ew bi berdewamî pêşî berevaniyê ji prensîbên Amerîka dikin".
Li gorî Reuters, Cheung di serdema yekê a serokatiya Trump de, rêveberê bersivdana stratejîk bû, ku ew rolek ragihandinê bû.
Jêder: Reuters