Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bînalî Yildirim bo Mîtînga Piştgirîya Fîlîstînê li Amedê bû


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim roja Yekşemê li Amedê beşdarîya mîtînga dijî Îsraîlê ya bi navê "Lanet li Zilmê, Piştevanî ji Qudsê re" kir.

Yildirim di axaftina xwe de helwesta Amerîka û êrîşa Îsraîlê ya bi ser gele Fîlîstînê şermezar kir û got ku peyama ji Amedê jibo piştevanîya Qudsê girîng e.

“Em nevîyên Selahatin Eyubî û Sultan Abdulhamît û Alpaslan'ın. Ew jî barekî dîrokî dide ser pişta me da ku em xwedî li umeta Îslamê derkevin. Pirsgirêka Fîlîstînê pirsgirêka me ye jî."

Yildirim derbarê PKK’ê de got dewletê di xendekan de hêza PKK’ê tune kir. Yildirim, dema behsa hilbjartinan kir jibo HDP’ê jî got ku “ew hezkirîyên PKK’ê ne."

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemîyê li Stenbolê mîtînga yekê ya dijî Îsraîlê li dar xistibû.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_05_20_2018_Binali
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG