Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Fermana ICC ya Ser Girtina Netanyahu Kirêt E


Serokê Amerîka Joe Biden derbarê fermana girtinê ya Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ya ser karbidestên payabilind yên Îsraîlê got ku kirêt e.

ICC do Pêncşemê ferman dabû ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê berevanî yê berê Yoav Gollant jiber tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê werin girtin.

Biden got ICC bixwaze çi nîşan bide jî Îsraîl û Hamas bi ti awayî ne wek hevdu ne.

‘’Dijî wan gefên li ser ewlekarîya Îsraîlê emê her tim bi wê dewletê re bin.’’

Qesira Sipî berî wan gotinên Biden bi daxuyanîyekê ragihandibû ku ew banga girtina karbidestên Îsraîlê red dike.

Mafê ICC’ê tune ku li gor biryarên girtinê tevbigere, lê bi awayê teknîkî her dewleta ku Peymana Roma îmza kiriye, jibo fermanên wê dadgehê berpirs e.

Serdozgerê ICC Kerîm Xan do Pêncşemê bang li 124 endamên dadgehê kir ku li gor biryarên girtinê reftaran bikin.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG