Kiryarek xwekujî bi otomobîlek bombekirî li Cezayîrê roja sêşembîyê ku bûye egera kuştina 43 kesan pêla mehkum kirinên navnetewî bixwe re anî.
Wê êrîşberî dergehên çûna jora akademîya polîsan li bajêrê Yusir kire armanc, demê zilamêt cihêl jibo çûna jorê bi rêz rawestabûn.
Karbidest dibêjin 43 kesên sivîl û zilamek polîs jî dinav kuştîyan da ne û 45 kesên din jî ku piranî xelkên sivîlîn birîndar bûyîne.
Heta niha çi alîyekî xwe weku berpirsyarê wê teqînê nedaye nasandin.