Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Hindistan li ser hêza navokî li hev kirin


Hindistan û Amerîka danûstendinên bi mehan bo alîkarîya navokî temam kirin.

Serokwezîrê Hinistanê Manmohan Singh û serok Bush piştî axaftinê îro pêncşem li New Delhî di konferanseke rojnamevanî de ev lihevkirin ragihandin.


Rêzdar Bush got ew ji bo herdu alîyan jî ne hêsan bûye ku di lihevkirineke wisa dîrokî de biserkevin belê herwisa wî soz daye ku çi ji destê wî bê ew dê bike ji bo qanî kirina kongresê li ser qencîyên vê alîkarîyê û ku wê ev lihevkirin çewa alîkarîyê bide sazkarîyên hêza navokî yên sîvîl û wê giranîya daxwaza bo enerjîyê li cîhanê çend kêm bike.


Serok got wî zorê daye ku Hindistan û Pakistan pirsa duvedirêj ya li ser herêma Himalaya ya Keşmîr çareser bikin. Herdu rêber herwisa li ser meselên bazirganî û çandî jî axaftine.


Serok Bush herwisa bi neh rêberên olî re kom bû ku her yek ji gelek bawerîyên cuda cuda yên Hindistanê bûn. Wan danûstendinan kir li ser mesela ku ka Hindistan çewa dikare bibe parçeyeke karê yekbûyîn, aşitî û cudahîyên ji hev razî li cîhanê.


Di dema xwarinê de li cem serokwezîrî rezdar Bush pesnê demokrasîya Hindistanê da û got Hindistan mînaka hemû alîyê ye, mînaka azadîya bawerîyan e û herwisa mînaka mafên mirovan e.

Bi hezaran kes li dijî hatina rêzdar Bush li paytexta Hindistanê îro kom bûn û herwisa qanûndanerên ji baska çep jî li derveyê avahîya Parlamanê kom bûn ji bo xwenîşandaneke li dijî serok Bush.



XS
SM
MD
LG