Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Bazirganîya Yekîtîya Ewropa xwe ji Amerîka ture kir


Di dema axaftinên li kombûna Rêxistina Bazirganîya Cîhanî (WTO) de serokê Bazirganîya Yekîtîya Ewropa Peter Mandelson xwe ji endamên din yên danustendinê ture kir ji ber ku bi gotina wî wan tu pêşnîyareke ku bi kêr bê dîyar nekiriye.

Mandelson di axaftina xwe ya li Hong Kongê de got, Amerîka ji dêvla pêşnîyarên rastî û di cîyê xwe de dîyar bike, yên taktîkî pêşkêş dike. Wî got Amerîka û welatên din yên dewlemend divê ku zêdetir kar bikin bo kêm kirina alîkarîya dewletan bo firotinên derveyî welatan ku bazirganî pê têk diçe.


Belê nunerên Amerîkî dibêjin Ewropa zêde guh nedaye pêşnîyara ku Amerîka di meha 10 de pêşkêş kiribû bo guhertinên li ser alîkarîya dewletê di bazirganîyê de.


Gelek endamên Rêxistina Bazirganîya Cîhanî, Yekîtîya Ewropayê sucdar dikin bi sebeba ku Ewropa bendê dide ber pêşnîyara bo bazirganîya navnetewî ku qebûl nake alîkarîya xwe ya bo cotkarîyê rawestîne. Alîkarîya dewletan karê welatên hejar li bazara navnetewî zortir dike di firotina malên xwarinê de .

Di vê navê de hin ji welatên pêşketî yên wek Amerîka û yên Yekîtîya Ewropa dikin ku pêşnîyarekê pêşkêş bikin bo welatên hejar karibin bê asteng xwe bigihîjînin bazarên wan.



XS
SM
MD
LG