Babeta bernama saxlemîyê ya vê heftîyê li ser kombûna diktoran e li bajêrê Berlin li Almanya. Yekitiya Bijîjkên Kurdistanê roja Şembî, 10ê meha neh tevî pêncî endam bi gişkî diktor li bajêrê Berlîn kom bû. Di nav vê yekîtîyê de ji bilî diktoran ve kesên di vî warî de zana û diktorên Alman jî hebûne. Di hevpeyvînê de peyamhinêra me radigihîne ku diktorên Kurd li Almanyayê vê yekîtîyê çêkirine da ku li Kurdistan û li Ewropayê kêmasîyên saxlemîyê karibin hêdî hêdî kêm bikin. Yek ji armanca wan jî hin diktor û xwendekarên bijîjkîyê Kurdistanê bînin Almanya û ew di warê teknolojî û warên din yên saxlemîyê de hîn bikin û bi pêşve bixin.
Hevkara me Nazê Gemo li ser vê babetê hevpeyvîn bi peyamhinera me Hêvî Berwarî re kiriye.
Eger bixwazî guh bidî vê bernamê, here li jorê nivîsa ku dibêje “Guh bide Bernama Saxlemîyê” bitiqîne.