Jibo piştgiriya bajarê Kobanê û xelkê wê, xwepêşandinek li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê derket ku tê de beşdaran bang li hemû partiyan kir ku cudahiyên xwe bidin alî û bi yekdestî şerê çekdarên Dewleta Îslamî bikin.
Endamê polîtburoya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, Enwer Naso, li xwepêşandinê amade bû û gotarek pêşkêşî kesên beşdar kir.
Birêz Naso ji Dengê Amerîka re dibêje, Dewleta Îslamî bûye metirsî li ser hemû Kurdan û ne tenê li ser partiyeke taybet.
Siyasetmedarê Kurd herwiha dide zanîn ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê amede çekan hilgire û berevaniya gelê xwe bike.