Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Delîl Zêde Dibin DAIŞ Çavê Xwe Danîye ser Sînorê Başûrê Amerîka



Dîmeneke koçberan ku hewl didin ji ser dîwarê sînorî li Ciudad Juarez, Meksîko derbazî Amerîka bibin, 22 Mijdar 2022
Dîmeneke koçberan ku hewl didin ji ser dîwarê sînorî li Ciudad Juarez, Meksîko derbazî Amerîka bibin, 22 Mijdar 2022

Karbidestên îstixbarat û ewlekarî yên Amerîkî bala xwe ya ser sînorê başûr ligel Meksîkê zêde dikin, jiber xembar in ku bi pêla berdewam ya koçberan, endamên koma têrorîst DAIŞ jî dikevin nava welat.

Ev xembarîya niha zêdetir bûye, piştî ku di destpêka vê mehê de 8 mêrên ji Tacîkistanê hatin girtin, ku hemû ji ser sînorê bi Meksîkê re derbazî Amerîka bûne.

Tomarên wan 8 kesan yên destpêkê paqij derketin, lê hêzên ewlekarîyê yên Amerîkî piştre agahî peyda kirin ku egera têkilîyên wan bi DAIŞ’ê re nîşan didin.

Ken Wainstein, ku li Wezareta Ewlekarîya Navxweyî berpirsê îstixbarat û nirxandinê ye, roja Çarşemê li Kongresê derket pêş komîteya Dijî Terorê ya li Amerîka.

Wainstein ragihand ku jiber xemberîya ku pêkan e DAIŞ sînor bikar tîne, ew bi berpirsê Navenda Dijî Terorê ya Neteweyî ya Amerîkî (NCTC) civînên rojane dike û bi FBI re jî hevkariyeke xurt dike.

Lê wî hewl da ku fikarên ser bingeha raportên îstixbaratî kêm bike, ku dibêjin tora qaçaxçîtîya mirovan ya girêdayê DAIŞ’ê dibe ku zêdetirî 400 kes ji Asyaya Navîn bi ser sînorê bi Meksîkê re derbazî Amerîka kiribin.

"Ti agahîyek tune ye ku destnîşan bike ew kes terorîst in," wî got.

Agahiyên ser 400 koçberan, cara yekê ji alîyê NBC News ve hat ragihandin, ku digot zêdetirî 150 ji wan kesan hatine girtin.

Karbidestan ji NBC re got ku çarenivîsa zêdetirî 50 kesên din nayê zanîn.

Bi salan e, karbidestên dijî terorê yên Amerîkî îdia dikin ku ti delîl tune ye DAIŞ yan komên din yên terorîst yên Sunnî hewl didin ku bikevin nav Amerîka, bi rîya sînorê bi Meksîkê re.

Herwiha Mijdara borî, berpirsa NCTC Christine Abizaid jî got ku karbidestên dijî terorîzmê "xeterîyê" qebûl dikin, lê di destên wan de ser wan pîlanan, delîlên pêbawer û piştraskirî tune ne.

Amerîka û Tirkîyê di 14’ê Hezîranê de dijî 4 endam û alîgirên DAIŞ tole ragihand, ku yek rêber bû û 3 jî endamên tora qaçaxçîtîya mirovan ya girêdayî komê bûn.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka got ku bi toleyan tora qaçaxçîtîya mirovan ya Ewrasyayê hatine armanc kirin, ku piştgirî dide endamên DAIŞ’ê yên li Tirkîyê.

Ev toleyên hevbeş dibe nîşanek ku xebata DAIŞ’ê ser qaçaxtîya mirovan zêde bûye.

Di nav kesên tolekirî de Adem Khamirzaev jî hebû, ku bi navê Adam Islamovych Oliferchik jî tê naskirin.

Xezîneya Amerîka got ku emîrê parêzgeha Gurcistanê ya DAIŞ’ê ye û reberîya tora qaçaxçîtiya ya giredayê komê dike.

Wezareta Derve jî Khamirzaev, wek terorîstekî cîhanî yê taybet binav kir, jiber ku wî çavê danîye ser Amerîka.

Ser heşt mêrên ji Tacîkistanê jî, wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas roja Çarşemê got ku "Ew aniha di pêvajoya dersînorkirinê de ne."

Karbidestên din yên Amerîkî dibêjin ku wan pîvanên ewlekarîyê zêde kirine.

Cîgirê şêwirmenda Ewlekarîya Navxweyî ya Qesra Sipî, Jen Daskal roja Çarşemê dîyar kir ku asta hişyarîya li ser sînorê Amerîka hatine bilind kirin.

"Me kontol û vekolîna xwe zêde û xurt kiriye, vekolîna dubare ya koçberan saz kiriye, da ku gefên nû pênase bikin û kesên ku gefa ewlekarêya giştî çêdikin, desteser bikin.," wê got.

Lê Daskal qebûl kir ku gefa ji DAIŞ’ê, û bi taybet jî şaxa wê ya Afganî, berdewam dike.

"Hem DAIŞ û hem jî DAIŞ-Xorasan, yan ku em wek DAIŞ-K binav dikin, kanîn û nêta xwe ya pêkanîna operasyonên derve nîşan didin," wê got.

XS
SM
MD
LG