Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Red Dike ku wê Qedexeya Bazirganîya bi Îsraîlê re Sivik Kirîye


Wezîrê Bazirganîyê yê Tirkîyê Omer Bolat
Wezîrê Bazirganîyê yê Tirkîyê Omer Bolat

Wezîrê Bazirganîyê yê Tirkîyê Omer Bolat îro Pencşemê daxuyanîya Îsraîlê red kir ku Enqerê qedexeya bazirganîya bi Tel Avîvê re sivik kiriye.

"Ev daxuyanîya bi tevahî xeyalî ye û ti têkilîya wê bi rastîyê re nîne. Em li pişt biryara xwe ne ku me ser bazirganîya bi Îsraîlê re girtiye. Mêrîtîya vê biryarê didome, " Bolat li ser X’ê got.


Wezîrê Derve yê Îsraîlê îro ragihandibû ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji helwesta xwe ya berê paşve gav avêtîye û gelek qedexeyên bazirganî rakirin e, yên ku dijî Îsraîlê ragihandibûn.

Tirkîyê hefteya borî hemû derkirîn û derfirotina bi Îsraîlê re rawestand, bi sedema "xirabtirbûna felaketa mirovahî " li herêmên Filistînyan.

Wezîrê Tirk Bolat herwiha got ku, qedexeya bazirganiyê ya bi Îsraîlê re wê bidome, heya ku li Gaza agirbesteke domdar û alîkarîyên mirovahî jibo herêmê werin peyda kirin.

Di belgeyek ku ji hêla Reuters ve hatî dîtin de, xûya dike wezareta bazirganîya Tirkîyê, jibo kompanîyên ku bi Îsraîlê re peymanên wan yên derfirotinê hene, paşdexistina sê mehan ya qedexeyê dide.

Li gor ragihandina jêderekî wezareta Bazirganîyê ya Tirkîyê, wezaret jibo 3 mehên pêş destûrê dide kompanîyan ku daxwazên hene yên derkirîn û derfirotinên bi Îsraîlê re, bi rêka ji welatên sêyê bi cih bînin.

Heman jêderî got ku sivikkirina qedexeya Tirkîyê ya ser bazirganîya bi Îsraîlê re ne pêkan e.

Jêderekî din ji wezaretê jî got ku gavên dawî yên Enqere jibo parastina bazirganên Tirk hatine avêtin.

Erdogan hefteya borî ji karsazên Tirk re got ku Enqere wê kêşeyên ku jiber rawestina bazirganiya bi Îsraîlê re "bi hevrêzî û dîyaloga" bi cîhana karsazîyê xwe re çareser bike.

Ragihandina Seroktîya Tirkîyê jî di daxuyanîyekê de got ku " îdiayên ku Tirkîyê qedexeya bazirganîyê ya bi Îsraîlê re sivik kiriye, manipûlekirina raya giştî ya navneteweyî ye".

Di 2023’an de di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, bazirganîyek bi 6,8 mîlyar dolarî pêk hatibû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG