Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Kuştina Narîna 8 Salî Kêşeya bi Hezaran Zarokên Hindakirî Dîsa Tê Rojeva Tirkîyê


Çalakîyek Jibo Zarokên Windayî, Enqere
Çalakîyek Jibo Zarokên Windayî, Enqere

Piştî 19 rojan şûn da bedena mirî ya Narîn Guran li Amedê hate dîtin, lê ev bûyer li Tirkîyê zarokên windkirî car din xiste rojevê.

Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK) herî dawî di sala 2016’an de ragihandibû ku 104 hezar û 531 zarok li Tirkiyê windane.

TUÎK heta niha li ser zarokên winda hejmarekî din neweşandîye, ev jî derbarê hejmara zarokên winda û rêjeya keşifkirina wan de nedîyarîyeke pêk tîne. Lê li gor hin raportên ne resmî her roj zêdetir ji 32 û her sal jî zêdetirî 10 hezarî zarok winda dibin.

Di vî warî de neragihandina îstatîstîkên fermî bû sedema îdiayên cuda û gengeşîyan. Li ser vê jî Navenda Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Daîreya Ragihandinê (DMM) ve hat diyarkirin ku ev îdia rastiyê nîşan nade û TUÎK tenê daneyên zarokên ku hatine windakirin û paşê hatine dîtin diweşîne.

Parlementer û Sekreterê Giştî yê berê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Gursel Tekîn li ser zarokên windayî di demên borî de raportek amade kiribû. Tekîn ev helwesta TUÎK’ê û raport ji Dengê Amerîka re nîrxand.

"TUÎK’ê piştî 2016 şun de li ser zarokên windayî encamek dîyar nekir. Jiber vî jî di vî warî de em nikarin agahîyên rast bigrin. Heta niha çen zarok hatine revandin, çend zarok hatine kuştin û çend zarok windane, ti tiştek dîyar nîne.

Dema ku em li lêkolînên çavkanîyên vekirî dinhêrin, em dibînin ku him zarokên Tirkîyê û him jî zarokên pênaberên ku li Tirkîyê ne ji wan gelek zarok windane. A rastî li Tirkîyê desthilatî li ser vê mijarê bi awayekî cîdî nasekine."

Li gorî hin jêderan zarokên windakirî herî zêde li bajarên mezin yên Tirkîyê wek; Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Antalya, Bursa, Denîzlî, û li bajarên Kurdan Amed, Dîlok û Riha derdikevin pêş.

Li Tirkîyê di 6 Şibata 2023’yan de navenda bajarê Mereşê erdhejek pêk hat. Bi hezaran kes di vê derê de jiyana xwe ji dest da û gelek zarok jî piştî vê erdhejê winda bûn. Malbat piştî van windakirinan li Enqerê mîtîngek pêk anîbûn û ji rayedaran daxwaza dîtina zarokên xwe dikirin.

Ji van yek jî Suna Ozturk bû. Ozturk ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew hê jî li pey zarok û nevîyên xwe yên windakirîne.

"Ev raman min tune dike. Du nevîyên min niha winda ne. Mustafa Kemal Koşar û Mehmet Akîf Koşar. Ew hê jî winda ne. Dewlet dibêje lêgerîn bedewam dikin. Di bin hin kavilan de testên DNA hatin çêkirin lê di vî warî de jî ti tiştekî zelal hên tunene. Nevîyên min di bin kavilan de man an hatin windakirin ez hê jî tiştekê nizanim û rayedar jî tiştekî dîyar nabêjin."

Piştî windakirina û kuştina Narîn Guran, partîyên sîyasî jî balê dikşînin ser zarokên windabûyî. CHP diwaze ku desthilatî pêşî li yên winda bigre. DEM Partî jî radigîhîne ku him kujerên Narîn Guran were dîyarkirin û cezakirin û him jî li hemberî zarokên winda pêşî were girtin.

Dosya Zarokên Winda li Tikriyê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00
XS
SM
MD
LG