Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Bang li Civata Navnetewî Dike ku Dijî Îsraîlê Hin Gavan Biavêje


Piştî êrîşeke li Xan Yûnis dûman li ser avahîyekê bilind dibe
Piştî êrîşeke li Xan Yûnis dûman li ser avahîyekê bilind dibe

Komserê Bilind yê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk îro Duşemê got ku niha karê wan yê serekî sekinandina şerê li Gaza ye.

Turk li Cenevrê got ku Îsraîl, li axên dagirkirî yên Filîstînîyan bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike. Wî bang li civata navnetewî kir ku dijî Îsraîlê hin gavan biavêjin.

‘’Dewlet ne di vê rewşê de û ne jî di rewşeke din de divê qebûl nekin ku biryarên Civata Ewlekarî ya NY’ê û fermanên Dîwana Dadê ya Navnetewî, bi gotineke din hiqûqa navneteweyî, bi awayekî eşkere were binpê kirin.’’

Wî bi bîr xist ku dadgeheke bilind ya NY’ê meha Tîrmehê dîyar kiriye ku dagirkerîya Îsraîlê dijî qanûnê ye û divê ew bi awayekî berfireh ser vê rewşê vekolînê bikin.

Îsraîl ew fikra dadgehê red kiribû û dîyar kiribû ku bi yekalî ye.

Hêzên Îsraîlî û Filîstînî bi dehan sal in pev diçin ku şerê dawî bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê re gur bû.

Karbidestên Îsraîlî didin zanîn ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de li başûrê welêt 1200 kes hatine kuştin û 250 kes jî dîl hatine girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar dike ku ji 7’ê Cotmehê ya 2023’yan vir ve di êrîşên Îsraîlê de li herêmê dora 50 hezar Filîstînî hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG