Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keçeke Êzîdî ya Revandî ji Gaza Hate Rizgar Kirin


Fewzîya Emîn Seydo
Fewzîya Emîn Seydo

Wezareta Derve ya Amerîka îro Çarşemê ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku mîsyona rizgarkirina keçeke Êzîdî ku li Gazayê revandî bû bi awayekî serketî bi dawî bû.

Jiber nebûna peywendîyên diplomatîk di navbera Îsraîl û Îraqê de, Wezareta Derve ya Amerîka û çalakvanên mirovî çend mehan jibo misogerkirina rizgarkirina keça Êzîdî Fewzîya Emîn Seydo xebitîn.

Seydo, ku niha 21 salî ye, di sala 2014’an ve ji alîyê terorîstên DAIŞ’ê ve li Şingalê hatibû revandin. Ew paşê ji bajarê Reqa li Sûrîyêre hatiye şandin ku wê çaxê weke paytexta defakto ya DAIŞ’ê bû. Piştre ew bi zorê ligel çekdarekî DAIŞ’ê yê Filîstînî hatibû zewicandin.

“Di 1’ê Cotmeha 2024’an de, Amerîka alîkarî kir ku jineke Êzîdî ya ciwan bi ewlehî ji Gazayê were derxistin û tevlê malbata xwe li Îraqê bibe. Çîroka wê xemgîn e û em kêfxweş in ku ewê vegere nav malbata xwe li Îraqê,” berdevkekî Wezareta Derve ji Dengê Amerîka re got.

Berdevkê Wezareta Derve herwiha got ku “em daxwaz dikin ku xelk rêzê li taybetmendîya wê bigire jibo ewlekarîya wê li vê dema ku ew vedigere malê nav hezkirên xwe.”

Ji bilî Fewzîya, du birayên wê jî li Şengalê ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin. Lê paşê wan rêyek dîtibû ku birevin.

Piştî salekê ji zewaca bi zorê ya ligel çekdarê Filîstînî, kurek ji Fewzîya Seydo re çêdibe. Piştî wê keçek jî jê re çêdibe.

Di dawîya sala 2018’an de, dema ku hêzên Kurdan bi piştgirîya Amerîka DAIŞ li Sûrîyê têk bir, peywendîya Seydo, ku wê çaxê 15 salî bû, ligel mêrê Filîstînî hate birîn. Çekdarî DAIŞ’î ji rojhilata Sûrîyê ber bi deverên opozisyonê li Îdlibê revîyabû.

Wêneyeke Fewzîya dema zarok bû.
Wêneyeke Fewzîya dema zarok bû.

Di destpêka 2019’an de, Seydo di trombîlekê de za, dema ku ew dihate veguhestin bo Îdlibê da ku dîsa here cem çekdarê Filîstînî. Lê piştî demeke kin, ew çekdar mir. Nehatiye ragihandin sedema mirina wî çi bû.

Jiber ku Fewzîya ditirsîya ku civaka wê li Şengalê zarokên wê qebûl neke, wê sala 2020’an biryar da ku here Gazayê cem malbata çekdarê Filîstînî.

Piştî destpêka şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê di Cotmeha 2023an de, Fewzîya biryar da ku ji wir derkeve.

Steve Maman karsazekî Cihû ji Kanadayê ye ku alîkarîya rizgarkirina gelek keçên Êzîdî û Krîstîyan ji nav destên DAIŞ’ê kiriye. Ew dibêje ku doza Fewzîya jibo wî ya herî aloz bû.

Maman û tîmeke çalakvanên ji Îraqê çend mehan hewil dida ku peywendîyê ligel karbidestên Amerîkî, Îraqî û Îsraîlî jibo doza Fewzîya bikin. Jiber nebûna peywendîyên diplomatîk di navbera Îraq û Îsraîlê de, prosesa rizgarkirina Fewzîya xav û zehmet bû.

Sufyan Wehîd Hemo, çalakvanê Êzîdî ji Şengalê, ji Dengê Amerîka re got ku karbidestên Îraqî di meseleya amadekirina belgeyan de gelekî alîkar bûn, lê jiber qanûnên Îraqî wan nikarîbû gelek tiştan di warê diplomatîk de bikin.

Di Gulana 2022’an de, parlamena Îraqê qanûnek derxist, tê de peywendîyên ligel Îsraîlê wekî tawan tê hejmartin.

Li gor Steve Maman, tiştê ku dawîya dawî hişt karbidestên Amerîkî li herêmê û li Washington gaveke lezgîn jibo rizgarkirina Fewzîya bavêjin, bûyereke xemgîn bû.

“Ew bi tena xwe dimeşî dema ku komeke mêran zîyan lê kir,” wî got.

Salwan Sinjarî, karbidestekî wezareta derve ya Îraqê, ji Dengê Amerîka re got ku hikûmeta welatî wî ti peywendî ligel Îsraîlê di prosesa rizgarkirina Fewzîya de nebû.

“Balyozxaneya me li Amanê pêşwazîya wê kir, belgeyên wê amade kirin û ew bi firokekê ligel karmendeke jin ya balyozxaneyê şand Bexdayê. Di vê prosesê de hemû peywendîyên me ligel balyozxaneya Amerîkî, wezareta derve ya Urdunê û Neteweyên Yekbûyî bûn. Me ti peywendî ligel Îsraîlê nekiriye,” wî da zanîn.

Karbidestekî ji ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku peywendîya wî bi vê dozê hebû, nexwest bersiva Dengê Amerîka bide.

Dexîlê Şemo amadekirina vê raportê kir.

XS
SM
MD
LG