Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Êrîşa Dijî Trump Şermezar Dikin


Serok, rêberên cîhanê û rêxistinên navneteweyî tundî û hewildana kuştinê yên dijî serokê berê yê Amerîka Donald Trump, ku Şemîyê dema mîtîngeke li Pennsylvania çêbûn, şermezar kirin.

Karbidestên Amerîkî vekolîn û lêpirsînên ser êrîşa çekdarî didomînin.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ew bi Trump re roja Şemîye axifîye.

Biden ser axaftina bi Trump re got ku kin bûye, lê baş derbaz bûye.

Wî do Yekşemê ji rojnamevanan re got ku hewildana kuştinê dijî wan hemî tiştan e ku Amerîkî berevanîya wan dikin.

Wezareta Derve ser danûstandinên diplomatîk yên Wezîrê Derve Antony Blinken û hevtayên wî ti hûrgilî neda û red kir ku derbarê vê mijarê şiroveyan bike.

Blinken ser platforma X’ê dîyar kir ku ew jiber êrîşa çekdarî ya dijî Trump şok û xemgîn bûye û got ku jiber ew niha di rewşekî ewle de ye spasdar e.

Arjentîn

Serokê Arjentînê Javier Milei ji X’ê got ku hewila kuştinê nîşan dide ku ‘’çepê navneteweyî çiqas bê çare ye’’ û dîyar kir ku ew dixwazin ku demokrasîyan nearam bikin û jibo herin desthilatê tundîyê teşwîq dikin.

Australya

Serokwezîrê Australîa Anthony Albanese ser êrîşê got ku dijî karên demokratîk e û nayê efû kirin û ew şermezar kir.

Albanese li pêş parlamana Australîa ji rojnamevanan re got ku li welatê wan û li Amerîka armanca demokrasîyan ew e ku herkes fikrên xwe bêje, ser nakokîyan nîqaş çêbûn û nêrînên cihêreng bi awayekî aştîyane werin çareser kirin.

Bangladeş

Serokwezîrê Bangladeşê Sheik Hasina êrîşa dijî Trump şermezar kir.

Hasina di preskonferansekê de ser êrîşê got ku ‘’bi rastî jî trajîk’’ e.

"Amerîka li cîhanê serkêşê demokasîyê ye, tiştekî wisa çawa li wir diqewime?" Hasina pirsî.

Brazîl

Serokê Brazîlê Luiz Inac Lula da Silva ji medyaya civakî dîyar kir ku ew êrîş nayê qebûl kirin û got ku hemî kesên li hêla demokrasîyê ne divê êrîşên wisa bi tundî red bikin.
Serokê berê yê Brezîlya Jair Bolsonaro, ku nêzî Trump bû, dîyar kir ku niha li cîhanê rêberê herî mezin Trump e got ku ew bi wî re ye.

Bolsonaro berî di hilbijartinên 2018’an de bi ser keve dema kempeynekê ji zikê xwe hatibû kêr kirin.

Kanada

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau got ku ew jiber êrîşa çekdarî xemgîn bûye û dîyar kir ku ew bi Trump, kesên li mîtîngê û bi hemî Amerîkîyan re ye.

Trudeau ji X’ê got ku tundîya sîyasî bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Çîn

Wezareta Derve ya Çînê ragihand Serok Xi Jinping jibo Trump sersaxî xwestiye û dîyar kir ku dewleta wê bûyera êrîşa çekdarî dişopîne.

Cîbutî

Serokê Cîbutî Îsmaîl Omar Guelleh got ku ew hewildana kuştina Trump bi tundî şermezar dike.

Guelleh ji X’ê dîyar kir ku şideta sîyasî dijî îstiqrara cîhanê gefeke mezin e û divê were şermezar kirin.

Misir

Serokê Misirê Abdel-Fattah el-Sîssî dîyar kir ku ew êrîşê şermazr dikin û got ku ew hêvî dike ku kempeyên hilbijartinê yên Amerîka bi awayekî aştîyane bidomin.

Etopya

Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed dîyar kir ku ew ser êrîşa dijî Trump şok bûye. Abiy ji X’ê got ku ew hêvî dike ku Amerîkî sezoneke aştîyane û demokratîk ya hilbijartinê derbaz bikin.

Komîsyona Ewrupa

Seroka Komîsyona ewrupa Ursula von der Leyen ji X’ê got ku ew bi êrîşa çekdarî şok bûye û dîyar ir ku di demokrasîyê de şideta sîyasî tuneye.

Fransa

Serokê Fransa Emmanuel Macron jibo Trump xweşhalî xwest û got ku bûyera ku qewimîye jibo demokrasîyan trajedî ye.

Macron dîyar kir ku Fransî bi Amerîkîyan re ne ku ew jî di şokê de ne û hêrsa wan jî rabûye.

Almanya

Şansolyeyê Almanya Olaf Scholz ji X’ê ser êrîşê got ku ‘’nemerdane’’ ye û dîyar kir ku êrîşên wisa yên tundûtûjîyê dijî demokrasîyê gefan dixwin.

Scholz got ku ew bi wan hemî kesan re ye ku êrîşê bandor lê kiriye.

Yunanistan

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis jî dîyar kir ku ew bi êrîşa dijî Trump şok bûye û nivîsî ku li civakên dmokratîk tundîya sîyasî nayê qebûl kirin.

Konseya Hevkarîya Kendavê

Sekreterê Giştî yê Konseya Jasem Al-Budaiwi hewildana ser kuştina Trump şermazar kir.

Al-Budaiwi got ku teror û tundî bi ti awayî nayê qebûl kirin û dîyar kir ku bûyera qewimîye dijî mirovahî û exlaq û standartan e.

Macaristan

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ji X’ê got ku ‘’di van saetên tarî’’ de Trump di fikra wî de ye û ew jibo wî diayan dike.

Hindistan

Serokwezîrê Hindistan Narendra Modi jî got ku ‘’ez jiber êrîşa dijî hevalê min ketime fikarên kûr.’’

Modi dîyar ku ew bûyerê bi tundî şermezar dike û got ku cîhê şidetê di sîyaset û demokrasîyan de tuneye.

Îraq

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrur Barzanî ji X’ê dîyar kir ku ew êrîşê bi gotinên herî hêzdar şermezar dike û got ku ew bi wan qurbanên ‘’vê kiryara terorî ya bê mehne’’ re ye.

Îsraîl

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu demeke kin piştî êrîşê ji X’ê got ku ew û xanima wî jiber êrîşa dijî Trump şok bûne û dîyar kir ku ew jibo ewlekarîya Trump û başbûna wî diayan dikin.

Netanyahu li Orşelîmê berê civîna heftane ya kabîneyê dîyar kir ku wî bi ‘’xof û saw’’ li bûyerê nihêrîye û got ku ew êrîş hewildana kuştinkarîyeke dijî demkrasîyên Amerîkî ye.

Îtalya

Serokê Îtalya Sergi Mattarella dîyar kir êrîş nîşan dide ku redkirina rêzdarîya jibo jîyana demokratîk fikaran çêdike.

Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni jî jibo Trump got ku ew hêvî dike ku di demeke kin de baş bibe.

Japonya

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida ji X’ê dîyar kir ku ew jibo başbûna Trump diayan dike û got ku divê ew dijî hemî tundîyên li hember demokrasîyan gefan dixwin bi awayekî saxlem bisekinin.

15 Nîsana 2023’yan li Wakayama ya li rojavayê Japonya dema li kempeynekê hatibû dîtin ku zilamek alaveke peqînkar diavêje Kishida, ew bi awayekî ewle hatibû derxistin.

Serokwezîrê berê yê Japonya Shinzo Abe Nîsana 2023’yan li nêzî Naza dema li kempeynekê diaxifî bu du guleyan hatibû kuştin.

Lîtwanya

Serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda dîyar kir ku ew êrîşa dijî Trump bi tundî şermazar dike.

Nausedda got ku di demokrasîyê de cîhê bûyereke wisa tuneye.

Meksîko

Serokê karberdayî yê Meksîko Anres Manuel Lopez Obrador ji X’ê êrîş şermazar kir ku û got ku ti mantiqa şidetê tuneye û dijî mirovahîyê ye.

NATO

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg hewildana kuştina Trump şermezar kir.
Stoltenberg dîyar kir ku ‘’cîhê şideta sîyasî di demokrasîyên wan de tuneye’’ û got ku hevbendîya Atlantîk jibo berevanîya azadî û nirxên din heye.

Nîjerya

Serokê Nîjerya Bola Ahmed Tinubu ser êrîşê bot ku ‘’bê tehm e’’ û dîyar kir ku ‘’normên demokratîk’’ derbaz kiriye.

Tinubu got ku ‘’Cîhê tundîyê tuneye di demokrasîyan de ye’’ û dîyar kir ku ew bi Amerîka re ne.

Rêxistina Dewletên Amerîkî

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkî dîyar kir ku ew êrîşa dijî Trump bi gotinên herî hêzdar şermezar dikin.

Wî ji X’ê dîyar kir ku ‘’Cîhê tundîyê di hilbijartin, sîyaset û civakê de bi ti awayî tuneye.’’

Pakistan

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ser êrîşê got ku bûyerê ew şok kirine û dîyar kir ku hemî tundîyên sîyasî şermezar dikin û jibo Trump şifayên xêrê dixwazin.

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan, ku niha rêberê muxalefeta welêt e û girtî ye, bo Trump xweşhalî xwest.

Îmran Xan, ku Mijdara 2022’yan li mîtîngekê bi êrîşekê birîndar bûbû, dîyar kir ku tundîya sîyasî karê tirsonekan e û cîhê wê di demokrasîyan de tuneye.

Fîlîpîn

Serokê Fîlîpînê Ferdinand ‘’Bongbong’’ Marcos Jr. ji X’ê got ku ew hatine agahdar kirin ku rewişa Serokê berê Donald Trump piştî hewildana kuştina wê niha baş e, saxlemîya wî rind e ku vê yekê ew kêfxweş kirine.

Marcos dîyar kir ku ew tevî hemî kesên ji demokrasîyê hez dikin hemî şidetên sîyasî şermezar dikin.

Wî got ku divê dengê gel her tim dengê her bilind be û wisa bimîne.

Rûsya

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku ti palana Serokê Rûsya Vladimir Putin tune ku ew bi rêka telefonê bi Trump re biaxife.

Kremlînê dîyar kir ku ew bawer nake ku berpirsa hewildana kuştina Trump rêvebirîya niha ya Amerîka ye, lê ew rêvebirî ser atmosfera dema hillbijartinê rexne kir.

Erebistana Saudî

Wezareta Derve ya Erebistana Saudî jî ragihand ku melîktîya welêt hewildana kuştina Trump şermezar dike û dîyar kir ku ew bi Amerîka, Trump û malbata wî re ne.

Sîngapor

Serokwezîrê Sîngaporê Lawrence Wong jî got ku ew bi nûçeyên ser başbûna Trump kêfxweş bûne.

Wong ji X’ê got ku cudabîrîyên wan çi bin jî divê ew xwe bi ti awayî li tundûtûjîyê negirin.

Afrîqaya Başûr

Serokê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphose ji X’ê ragihand ku hewildana kuştina Trump bi awayekî zelal metirsîyên tundîya sîyasî û nerêzdarîyê bi bîr dixe.

Ramaphosa dîyar kir ku ew hêvî dikin ku hemwelatîyên Amerîka û rêberên wê şidetê red bikin û bi awayekî nermrê li çareserîyên aştîyane bigerin.

Koreya Başûr

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol ser êrîşê ji X’ê got ku ‘’kiryareke kirêt ya tundûtûjîya sîyasî’’ ye û got ku ‘’gelê Kore bi gelê Amerîka re ye.’’

Slovakya

Serokwezîrê Slovakya Robert Fico, ku meha Gulanê ji hewildaneke kuştinê sax filîtîbû, êrîş şermezar kir.

Fico ji Facebook’ê her du bûyer dan ber hevdu, got ku mîna ku ji kitêbeke kopya senaryoya wê hatiye çêkirin û nîşan da ku êrîşa dijî Trump ji alîyê muxalîfên wî yên sîyasî hatiye li dar xistin.

Taywan

Serokê Taywanê Lai Ching-te ji X’ê ragihand ku ew bi dia û fikrên xwe bi Trump re ye.

Ching-te got ku di demokrasîyan de cîhê tundîya sîyasî tuneye û jibo qurbanîyên êrîşê sersaxî xwest.

Tirkîye

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hewildana kuştinê şermezar kir û peyameke hevkarîyê belav kir.

Erdogan dîyar kir ku ew bawer dike ku lêpirsîna ser bûyerê bêyî ku bandorê li hilbijartinên Amerîka û îstiqrara cîhanê bike, were meşandin.

Ukrayna

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku ew hatiye agahdar kirin ku rewişa Trump baş e ku vê yekê ew kêfxweş kiriye.

Zelenskyy ji X’ê got ku gava wî êrîşa çekarî bihistiye ew şok bûye û dîyar kir ku cîhê tundûtûjîyeke wisa li cîhanê tuneye û divê ew bi ti awayî bi ser nekeve.

Neteweyên Yekbûyî (NY)

Berdevikê NY’ê Stephane Dujarric dîyar kir ku Sekreterê Giştî NY’ê Antonio Guterres ew kiryara tundûtûjîyê şermezar kiriye û jibo Trump xweşhalî xwestiye.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî

Wezareta Derve ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî êrîş şermezar kir û ser êrîşê got ku ‘’kiryareke tundgirîyê’’ ye û ‘’sûc’’ e.

Brîtanya
Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer dîyar kir ku ew jiber bûyerê şok bûye û jibo Trump xweşhalî xwest.

Starmer ku li civakên wan cîhê ti cureyê şideta sîyasî tuneye.

Parlamanterê Brîtanî Nigel Farage, ku dostê Trump e, hewil da ku ‘’medyaya mainstream’’ ser êrîşê tawanbar bike ku li gor wî ew medyaya serekî dijî serokê berê yê Amerîka ye.

Farage ji BBC’ê re ser êrîşê got ku ‘’xofdar’’ e, lê dîyar kir ku ew jiber qewimîna vê êrîşê tam şaş nebûye.

Ozbekistan

Serokê Ozbekistanê Şavkat Mirziyoyev ji Telegramê êrîş bi tundî şermezar kir û jibo wî xweşhalîya demûdest xwest.

Vatîkan

Ofîsa medya ya Vatîkanê roja Yekşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku bûyerên tundûtûjîyê mirovan û demokrasîyê birînar dikin û dibin sebeba êş û mirinan ku ev rewiş fikaran çêdike.

Vatîkanê dîyar kir ku Amerîkî jibo aştîyê bi diayan li hev kom bûne û got ku ewê alîgirên tundûtûjîyê ti carî bi ser nekevin.

Venezuela

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro êrîş şermezar kir.

Maduro dîyar kir ku her çiqas ew û Trump bûne dijminên hevdu jî, ew jibo Trump xweşhalî, saxlemî û jîyaneke dirêj dixwaze.

Jêder: AP, AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG