Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Germa Zêde li Gaza Dikare Nexweşîyan Pirtir Bike


Kampeke derbiderên Filîstînî li bajarê Xan Yûnis yê başûrê Kerta Gazayê.
Kampeke derbiderên Filîstînî li bajarê Xan Yûnis yê başûrê Kerta Gazayê.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Înê ragihand ku germa bilind li Kerta Gazayê dikare kêşeyên saxlemîyê yên Filîstînîyên jiber êrîşên Îsraîlê û pevçûnên Îsraîl û Hamasê koçber bûne girantir bike.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê jî dîyar kir ku jiber ku li Gazayê ava paqij, xwarin û derman tune ne, krîzeke mezin roj bi roj nêziktir dibe.

Nûnerê WHO yê li Gaza û Kenara Rojava, Richard Peeperkorn, da zanîn ku di demên dawî de wan dîtiye gelek kes ji warên xwe derketine û ew dizanin ku jiber vê rewşê û germahîyê wê nexweşî zêdetir bibin.

"Jiber ava germ, av gemarî bûye û jiber germa zêde wê pirtir xwarin xirab bibin. Mêş û kelmêş hene, kêmbûna avê heye û wê germ li serê mirovan bixîne."

Bi germa zêde li seranserê cîhanê bi sedan kesan canên xwe ji dest dane.

Peeperkorn dîyar kir ku jiber av û paqijîya kêm ya li Gazayê çûna navê li cem mirovan 25 qat zêde bûye.

WHO dibêje ku bi ava gemarî û kêmbûna sanîtasyonê nexweşîyên wek çûna navê, dîzanterî, kolera û hepatît A çêdibin.

Derîyê sînor yê Refahê serê Gulanê hat girtin û WHO ji wê demê vir ve nikare ji Gazayê çareserîyên bijîşkî peyda bike.

Peeperkorn da zanîn ku li Gaza bi qasî 10,000 nexweş divê derkevin û dîyar kir ku pirtir ji nîvê wan jiber şer nexweş ketine.

Karbidestên Gazayê dibêjin ku bi êrîşên Îsraîlê li herêma Filîstînî ya di destê Hamasê de pirtir ji 37,400 kes hatine kuştin.

Îsraîlê piştî ku Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê wî welatî û li gor hejmarên Îsraîlîyan bi qasî 1200 kes kuştin û pirtir ji 250 kes dîl girtin dest bi operasyona li Gaza kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG