Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pizîşkîyan di Sîyaseta Îranê ya li Sûrîyê de Dikare Çi Guhertinan Çêke?


Serokê nû hilbijartî yê Îranê Mesûd Pizîşkîyan.
Serokê nû hilbijartî yê Îranê Mesûd Pizîşkîyan.

Piştî serketina Mesûd Pizîşkîyan di hilbijartinên serokomarîya Îranê de, pirs ev e ku sîyaseta Komara Îslamî ya li Sûrîyê wê çawa be.

Hin şîrovekar dîyar dikin ku desthilata pratîkî li Îranê di destê rêberê olî Ayatullah Elî Xameneyî de ye, lê hatina serokekî reformxwaz pêkan e hin guhertinan di sîyasetên derve yên Tehranê de, çêke.

Zeyd Misto, sernivîserê malpera (Iran Wire Arabic) bal dikişîne ku serketina berbijêrê reformxwazan bi serokomarîya Îranê dibe ku rê li ber dîplomasîyeke nerimtir veke.

"Pizîşkîyan wê hewil bide têkilîyên dîplomatîk bi alîyên navnetewî û navherêmî yên ku di alozîya Sûrîyê de beşdar in, baştir bike."

Misto bawer dike ku bi hatina Pizîşkîyan piştgirîya leşkerî ji mîlîşyayên hevalbendên Îranî yên li Sûrîyê dikare kêm be ku êrîşî bingehên koalîsyona navnetewî li bakur û rojhilata Sûrîyê dikin.

Zeyd Misto.
Zeyd Misto.

"Eger ev yek pêk were dê girjîyê û gurbûna leşkerî li Sûrîyê kêm bike û bandorê li çareserîyên sîyasî jî bike. Lê, ev mijar bi giranî girêdayî hevsengîya di navbera hêzên reformxwaz û muhafizkar di nav rejîma Îranê de, ye."

Serketina Pizîşkîyan di van hilbijartinan di demeke hestîyar de pêk hatiye ku alozîya herêmî jiber şerê Îsraîl û hevbendên Îranê, Hamasê li Gazayê û Hizbullah li Lubnanê didome. Di demên dawî de jî givaştina welatên Rojavayî ya ser Îranê jiber bernameya wê ya navokî zêde bûye.

Welîd Çolî, Lêkoler li Navenda Ferat ya Lêkolînan, dibêje ku Îran bi destnîşankirina Pizîşkîyan weke serok dixwaze givaştinên li ser xwe sivik bike, lê li ser asta stratejîk dûr e ku ti guhertin di sîyasetên wê de çêbe.

Welîd Çolî.
Welîd Çolî.

"Hebûna li Sûrîyê, Lubnan, Îraq û Yemenê jibo Îranê tiştekî girîng û stratejîk e. Pêkan e tê de hin danûstandinê bike, lê ew dest ji van herêman bernede, loma di qonaxa Pizîşkîyan de ewê hewil bide girjîyê sivik bike û nekeve şer û rûbirûbûneke rasterast bi welatên Rojavayî re û bi taybet Amerîka," Çolî got.

Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011'an de, destêwerdan jibo piştgirîya rejîma Sûrî kiribû.

Hin pispor bal dikşînin ku bandora Îranê bi rêya hêza Pasdaran û Feyleq El-Qudis û mîlîşyayên Şîa li herêmên bin destê rejîma Sûrî firehtir bûye. Herwiha, Îranê bi Rûsya û Tirkîyê di pêvajoya "Rêçika Astana" de, pirtir ji 20 gerên civînan ser alozîya Sûrîyê û lihevanîna rejîm û opozisyonê li dar xistine.

Çolî, derbarê rola Tehranê di nêzîkbûna navbera Şam û Enqereyê de dibêje ku Îran di serdema Pizîşkîyan de wê li ser helwesta xwe ya berê berdewam bike.

"Îran piştgirîya nêzîkbûna rejîma Sûrîyê û Tirkîyê dike. Ev yek jî ne derveyî pêvajoya Astana ye û niha Îraq li wê zêde bûye û navbyenkarîyê dike. Herwiha, em dizanin ku Îraq bê Îranê ti tevgerê nake, loma di siberojê de çi gava di têkilîyên Şam û Enqereyê were avêtin, bê guman rola Îranê wê hebe û piştgir be."

Hêjayî bîrxistinê ye ku hilbijartin li Îranê di 5'ê Tîrmehê de pêşdemî pêk hatine, piştî mirina serokê berê Îbrahîm Reîsî û wezîrê wî yê derve Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku helîkoptera wan di 19'ê Gulanê de ketibû xwarê.

Pizîşkîyan ji dema "Şoreşa Îslamî" ya Îranê ya sala 1979'an vir ve serokê nehan e û ewê jibo 4 salan di posta xwe de bimîne û herî zêde du caran li pey hev dikare were hilbijartin.

Raporta Newroz Reşo_8_7_2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG