Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewletên Rojavayî Hewil Didin ku Hemwelatîyên Xwe ji Lubnanê Derxînin


Bi gurbûna şerê sînorî yê navbera Îsraîl û Hizbullahê li Lubnanê, dewletên cîhanê hewil didin ku hemwelatîyên xwe ji Lubnanê derxînin.

Li gor ragihandina Reutersê ya ji zarê jêderekî agahdar, piranîya plansazîya veguhastina hemwelatîyên bîyanî bi rêka deryayê çêdibe ku derfet dide derxistina hejmarên mezin yên merivan.

Reng e ku endama herî nêzîk ya Yekîtîya Ewrupî ji Rojhilata Navîn re, navendeke serekî ya prosesa veguhastinên awarte be ku di sala 2006an de dora 60 hezar kesên ku ji şerê Hizbulla û Îsraîlê revîbûn hêwandibûn.

Ji Beyrutê heta Qibrisê, bi rêka behrê nêzî 10 saetan dikşîne û rêwîtîya bi firokan jî tenê 40 ye.

Hikûmeta Amerîkî biryara şandina bi dehan leşkeran ji Qibrisê re da ku di pêvajoya veguhastinê de cîh bigirin û alîkarîya derxistina hemwelatîyên Amerîkî yên ji Lubnanê bikin. Hikûmeta Amerîkî ji hemwelatîyên xwe xwestibû ku ji Lubnanê derkevin.

Brîtanya jî bang li hemwelatîyên xwe kir ku demûdest ji Lubnanê derkevin û nêzî 700 leşkerên xwe şandin Qibrisê ku alîkarîya vegerandina hemwelatîyên Brîtanî bikin.

Austuralya jî ji nêzî 15 hezar hemwelatîyên xwe xwest ku dema fîrîngeha Beyrutê hîn vekirî ye, Lubnanê biterkînin.

Raporên nûçeyên ji Kanada pêşnîyar dikin ku ewê bi Austuralya re hevkarîyê bike. Rojnameya Toronto Star ragihand ku plana Ottawa heye ku keştîyeke bazirganî kirê bike û her roj 1,000 kes biguhezîne dervayê Lubnanê.

Serokwezîrê Portekîzê Luis Montenegro jî got ku ew jî dixebitin ku hemwelatîyên xwe yên li Lubnanê bi hevkarîya welatên hevkar yên Yekîtîya Ewrupî bînin malê.

Çavkanîyekî Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî ragihand ku ew amadekarîyên derxistina lezûbez ya hemwelatîyên xwe û hemwelatîyên bîyanî ji Lubnanê dikin.

Balyozxaneya Hindistanê ya li Beyrutê di postek li ser X de ji hemwelatîyên xwe xwest ku ji Lubnanê derkevin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG