Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Venezuela Bang li Amerîka Dike ku Dijî Hikûmetê Pirtir Gavan Biavêje


Rêbera opozîsyona Venezula Maria Corina Machado
Rêbera opozîsyona Venezula Maria Corina Machado

Rêbera opozîsyona Venezula Maria Corina Machado îro Pêncşemê got ku divê Amerîka jibo lihevnekirina ser encamên hilbijartinê helwesta xwe zêdetir nîşan bide.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê meha borî ji zarê du jêderan dîyar kiribû ku Amerîka piştî hilbijartinên meha Tîrmehê wek ceza û tedbîrê wê dijî 60 karbidestên hikûmeta Venezuela û malbatên wan toleyan ragihîne.

Machado got ku divê Amerîka pirtir gavan biavêje û li ser wan gavan kompanî bibînin ku pêşveçûna peyvajoyê jibo sitandina deynan li gor berjewendîyan wan e.

Rêvebirîya hilbijartina neteweyî ya Venezuela û dadgeha bilind ya wî welatî ragihandibûn ku serokê welêt Nicolas Maduro pirtir ji nîvê dengan sitandiye û bi ser ketiye, lê jimartina opozîsyonê nîşan dide ku berbijarê koalîsyonê Edmudno Gonzalez serketineke mezin bi dest xwe xistiye.

Opozîsyon, hin dewletên Rojavayî û pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dikin ku hejmartina dengan ne eşkere û zelal bûn û banga ragihandina jimartina hemî dengan dikin û hin kes jî bi awayekî eşkere dibêjin ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûne.

Karbidestên payabilind yên hikûmeta Venezuela çend hefteyan berê gotin ku divê Gonzalez û endamên din yên muxaleftê bikevin girtîgehê ku Amerîka jî di nav de gelek dewletan daxuyanîyên wisa rexne kirin.

Hikûmet dibêje ku ser opozîsyon bi hêzên emperyalîst yên derve re hevkarîyê dike û ser kuştinên di protestoyan de rexnegiran tawanbar dike.

Opozîsyona Venezuela jî dibêje ku hikûmet kempeyneke zextê dimeşîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG