Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Tirkîyê û Amerîka Peymana Kirîna Firokeyên Şer F-16 Îmza Dikin


Dîmeneke firokeya şer ya F-16 ya Amerîkî ku li esman difire, 10 Rêbendan, 2022.
Dîmeneke firokeya şer ya F-16 ya Amerîkî ku li esman difire, 10 Rêbendan, 2022.

Ajansa France-Presse (AFP) îro Pêncşemê ragihand ku Tirkîyê û Amerîkayê peymana ser firokeyên şer yên F-16 îmza kirine, piştî ku Washingtonê peymana bi 23 mîlyar dolarî li dû danûstandinên bi mehan pejirand.

Ajansê ev agah îro ji zarê jêderên wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand.

"Peyman hat îmzakirin û şandeyên herdu alîyan ser hûrgilîyan danûstandinan dikin," jêderên wezaretê gotin.

Li gor peymanê, Tirkîye wê 40 firokeyên F-16 yên nû bikire û 79 firokeyên xwe yên hene jî de nûjen bike.

Wezareta Derve ya Amerîka hefteya borî, ser kirîna firokeyên F-16 ji alîyê Tirkîyê ve kêfxweşîya xwe dîyar kir û ‘wek gaveke mezin ber bi pêşveçûnê ve’ binav kir.

Wezaretê bal kişand ku F-16 nû yên ku herî pêşketî ne, tenê ji hevbend û hevkarên herî nêzîk yên Amerîka re peyda dike.

"Tenê ev gava (firotina F-16) mînaka herî dawî ye ku pabendbûna domdar ya Amerîka ser hevkarîya ewlekarîyê bi Tirkîyê re nîşan dide," wezaretê got.

Li gor qanûnên Amerîkî, wezareta derve di Rêbendanê de ji Kongresê pejirandina peymana F-16 ya bi Tirkîyê re daxwaz kiribû, dema ji Yunanistanê re jî firotina bi 8.6 mîlyar dolarî, 40 F-35 ragihandibû.

Lê Kongresê ev peyman nepejirand, heta ku Tirkîyê belgeyên erêkirina endamtîya Swêdê ya NATO’yê radestê Washingtonê kir.

Parlamena Tirkîyê di Rêbendanê de endamtîya Swêdê pejirand, piştî derengxistina bîst mehan. Ew helwesta Enqerê, welatên Rojavayî aciz kiribû, jiber ku hember şerê Rûsya li ser Ukrayna yekîtîya wan paşve dixist.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê di meha pêş de, Tîrmehê, beşdarî hilcivîna rêberên NATO’yê ya li Washingtonê bibe û li gor hin çavdêran pêkan e bi serokê Amerîkî Joe Biden re bicive.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG