Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Toleyan Tora Darayî ya Artêşa Îranê Dike Armanc


Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkî li Washington.
Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkî li Washington.

Amerîkayê îro Sêşemê dijî 50 sazî û kesan ku wan bi şandina bi mîlyaran dolar jibo artêşa Îranê tawanbar dike, tole ragihand.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka biryara toleyan bi daxuyanîyekê ragihand.

Wezaretê got ku yên hatine armanckirin, girêdayî "toreke bankî ya sîber" in, ku wezareta berevanî û lojîstîka hêzên çekdar yên Îranê (MODAFL) û Hêza Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) bikar tanîn.

Hem MODAFL û hem jî IRGC jixwe berê di bin toleyên Amerîkî de ne.

Tora bankê alîkarîya MODAFL û IRGC dikir, bi taybet jibo pereyên firotina petrol û madeyên petrokîmyayî bigihînin sîstema darayî ya navneteweyî û ji sala 2020’an ve bi mîlyaran dolar çalakîyên darayî kirine, Xezîneya Amerîka got.

Xezîneyê herwiha da zanîn ku MODAFL û IRGC bi rêka navendên pevguhertina pereyan Îranî û kompanîyên sergirtî yên biyanî, dahat bidest dixist.

Piştre wan ew dahat jibo dabînkirina çekan û piştgirîya diravî bo komên alîgirên Îranê bikar tanîn, di nav de alîkarîya koma Hûsî ya Yemenê û şandina dronan bo Rûsyayê.

Wally Adeyemo, Alîkarê Wezîra Xezîneyê di daxuyanîya ser toleyan de, ser têkoşîna dijî piştgirîya bo terorê, biryardarîya Amerîka destnîşan kir.

Wally Adeyemo
Wally Adeyemo

"Em bi hevbend û hevkaran re, û hevdem bi pîşesaziya darayî ya cîhanî re dixebitin, jibo zêdekirina hişyarîya dijî veguhestinên diravî ku piştgirîyê didin terorê," Adeyemo got.

Bi biryara toleyan, bi dehan kompanîyên li Hong Kong, Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî, Giravên Marshall, Îran û Tirkîyê hatin armanc kirin.

Wezareta Xezîneyê ragihand ku wê ew hemû mal û milkên yên kompanî û kesên tolekirî li Amerîkayê bicemidîne.

Toleyên wiha bi gelemperî li welatîyên Amerikî qedexe dikin ku ew bi ti awayî bazirganîyê bi van dezgeh û kesan re bikin. Eger bikin, pêkan e ku rûbirûyî darizandin û toleyan bibin, wezaratê got.

Îranê heta niha ser biryara Amerîka ya toleyên nû ti daxuyanî nedaye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG