Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Şandina Hin Çekan Jibo Îsraîlê Radiwestîne


Dîmenek ji bajarê Refahê, başûrê Gaza,7 Gulan, 2024
Dîmenek ji bajarê Refahê, başûrê Gaza,7 Gulan, 2024

Karbidestekî payebilind yê Amerîka ragihand ku rêvebirîya Serok Joe Biden hefteya borî şandinek çek û bombeyan ji Îsraîlê re rawestandîye, wek nerazîbûnek eşkere ya dijî operasyona bajarê Refahê li başûrê Gaza.

Qesra Spî û Pentagonê red kirin ku ser wê agahîyê daxuyanîyê bidin.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku Washingtonê bi baldarî şandina çekan Îsraîlê nirxandiye, yên pêkan be ku li Refahê werin kar anîn û di encamê de barek ku tê de 1800 bombeyên her yek bi 907 kîloyî û 1700 bombeyên her yek bi 226 kîloyî 500 jî hebûn, hat rawestand.

Karbidestekî payebilind yê Îsraîlê ku nexwest navê xwe eşkere bike red kir ku vê agahîyê piştrast bike.

"Heke em mecbûr bibin ku bi neynûkên xwe şer bikin, wê demê emê tiştê ku divê bikin bikin," wî got.

Berdevkê artêşa Îsraîlê General Daniel Hagari îro di preskonferanseke de anî ziman ku Washington û TelAvîv kêşeyên di navbera hevdu de bi rêkên taybet çareser dikin.

Ger bi fermî were piştrast kirin, piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê wê bibe cara yekê ku di piştgirîya pir xurt ya rêvebirîya Biden ya jibo Îsraîlê de, kêşeyek derkeve hole. Washington hevbendê herî nêz yê Îsraîlê û dabînkerê çekan yê serekî ye.

Îsraîl roja Duşemê ferman da ku rojhilata bajarê Refahê ku nêzî 100 Filistînî yên aware li wir bûn were vala kirin û piştre dest bi erîşên esmanî û bejayî kiribû.

Amerîka, piranîya welatên cîhane û sazîyên alîkarîyê bang Îsraîlê dikin wê ev gav xeletîyek mezin û wê bibe sedema karesatek mirovahî ya hîn xirabtir li herema Gaza, ku zêdetirî niha 2.3 mîlyon Filîstînî yên ku jiber heft mehên şer di rewşeke pir metirsîdar ya mirovahîyê de ne.

Koma çekdar Hamasê îro got ku milîtanên wê li derdora bajarê Refahê li başûrê Kerta Gaza dijî leşkerên Îsraîlê şer dikin.

Li gor nexweşxaneyeke xwecihî, îro Çarşemê serê sibê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li bajarê Gaza herî kêm 7 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Niştîcehên heremê jî ragihandin ku şer û pevçûn li derdora Refahê didomin.

Wezareta saxlemîyê ya Gaza ku di bin kontrola Hamasê de ye, îro Çarşemê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê ve, herî kêm 34 hezar û 844 Filistînî li Kerta Gaza jiber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin, dema 38 hezar û 404 jî birîndar bûne.

Wezaretê got ku tenê di nava 24 saetên borî de herî kêm 55 Filistînî hatine kuştin.

Li gor karbidestên Îsraîlê jî 1170 kes di êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê de hatine kuştin û 250 jî wek dîl hatine revandin.

Jêder:Reuters, AP, AFP

XS
SM
MD
LG