Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE, Amerîka û Brîtanya Yekemîn Peymana Navneteweyî ya AI Îmza Dikin


US-ANTITRUST/AI
US-ANTITRUST/AI

Konseya Ewrupa ragihand ku yekemîn peymana navneteweyî ya ser Hişberîya Çêkirî (AI) wê îro Pencşemê jibo îmzakirinê were pêşkeşkirinê welatan, ku nav de welatên Yekîtîya Ewrupa, Amerîka û Brîtanya jî hene.

Jibo peymana AI bi salan e xebat tê kirin, piştî danûstandinên di navbera 57 welatan de, pêşnivîsa herî dawî di Gulanê de hat qebûl kirin.

Ev peyman wê cara yekê welatan di warê AI de wek qanûn girêdayê rêbazan bike.

Peymana AI , di bingehê de rêbazên parastina mafên mirovan yên ku ji sîstemên A bandor bûne pênase dike, xeterîyên jiber AI destnîşan dike.

Wezîra dadê ya Brîtanya Shabana Mahmud bi daxuanîyeke bal kişand ser gîrîngîya peymana AI.

"Ev Peyman gaveke serekî ye, ji bo misogerkirina ku ev teknolojîyên nû werin bikar anîn bêyî ku nirxên me yên herî kevn, mîna mafên mirovan û serwerîya hiqûqê hilweşînin," wê got.

Peymana AI, ji Qanûna AI ya ku li YE ku meha borî ket meriyetê, cuda ye.

Qanûna AI ya YE, rêgezên berfireh pênase dike, ser pêşketin, bicîhkirin û karanîna sîstemên AI li bazara navxweyîn ya li welat sîstemên Blokê.

Îmzaker, dikarin jibo bichanîna rêgezên yên peymana AI, tedbîrên qanûnî, rêvebirî yan pîvanên din werbigrên.

Konseya Ewrupa di 1949’an de hatiye damezrandin, rêxistineke navneteweyî ye û ji YE cuda ye.

Erka Konseyê ya parastina mafên mirovan heye; 46 welat endam in, ku di nav wan de her 27 welatên YE jî hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG