Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Piştî Êrîşa Kujer ya Rûsyayê li Ukrayna Banga Civîna Awarte Ragihand


Tîmên rizgarkirênê û dilxwaz li qurbanîyan digerin, piştî êrîşa kujer ya Rûsyayê li ser nexweşxaneya zarokan Okhmadit li Kîevê, paytexta Ukrayna, 8 Tîrmeh 2024
Tîmên rizgarkirênê û dilxwaz li qurbanîyan digerin, piştî êrîşa kujer ya Rûsyayê li ser nexweşxaneya zarokan Okhmadit li Kîevê, paytexta Ukrayna, 8 Tîrmeh 2024

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê îro Sêşemê ser Ukrayna civîneke awarte dar bixe, piştî êrîşa kujer ya Rûsyayê li ser nexweşxaneyek zarokan li Kîevê û heremên din, berdevkê saziya cîhanî got.

Rûsyayê roja Duşemê bi mûşekan êrîş bir ser nexweşxaneya zarokan li Kîevê û bajarên din li seranserê Ukrayna, ku herî kêm 41 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 170 kes jî birîndar bûn, di heman demê de bi sedan avahî jî weran bûne.

Berdevkê NY Ferhan Ezîz Haq ji ajansa AFP'ê re got ku civîna awarte jiber êrîşên Rûsî dîjî binesaziya sivîl ser daxwaza Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy pêk tê.

Dîplomatan îro diyar kirin ku Brîtanya, Fransa, Ekvador, Slovenya û Amerîka jî tevlî daxwaza Zelenskyy bûne.

Zelenskyy derengîya Duşemê jimara kuştiyan wek 37, di nav wan de 3 zarok ragihand. Lê îro jimara kuştîyan tevî yên li herêmên cuda bi giştî herî kêm wek 41 hat ragihand.

Wî da zanîn ku di êrîşên Rûsî de zêdetirî 100 avahî zarar dîtine, ku di nav wan de navendek jidayikbûnê ya nexweşxaneya zarokan li Kîevê, herwiha navendek karsazîyê û xanîyên taybet jî hene.

"Divê terorîstên Rûsî jiber vê yekê hesabê bidin. Xemgînî terorê nade sekinandin. Sersaxî ne çek e. Divê em mûşekên Rûsî bixin xwarê. Firokeyên şer yên Rûsî divê werin têk birin. Jibo tunekirina kêmasîyên ewlehîyê divê gavên xurt bên avêtin," Zelenskyy got.


Hikûmeta Zelenskyy îro li serenserê Ukrayna rojek şînê dîyar kir, jibo yek ji xirabtirîn êrîşên esmanî yên şer wî welatî ye.

Zelenskyy li Warşowê li gel Serokwezîrê Polonya Donald Tusk di preskonfêranseke de bang li hevbendên Rojavayî yên Kîevê kir ku bersîveke tund bidin êrîşê.

"Emê tola van kesan vekin, emê ji alîyê xwe ve, bêguman bersîvek xurt bidin Rûsyayê. Pirsa jibo hevkarên me ev e: gelo ew dikarin bersîvê bidin?" wî got.


Ev êrîş di demeke baldar de pêk hat, rojek berîya ku hilcivîna serokên welatên NATO’yê li Washington DC, ku şerê li Ukrayna yek ji wan mijaran serekî ye.

Serokê Amerîka Joe Biden got ku êrîşên mûşekî yên kujer yên Moskowê li Ukrayna, tevî nexweşxaneya zarokan li Kîevê, "bîrxistina hovane ya hovîtiîya Rûsyayê ye".

Di daxuyanîya de ku ji aliyê Qesra Spî ve hat belavkirin, Biden destnîşan kir ku Washington û hevbendên wê yên NATO wê jibo xurtkirina berevaniya esmanî ya Ukrayna tedbîrên nû ragihînin.

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres êrîşên Rûsî yên roja Duşemê şermezar kirin.

"Pêkanîna êrîşên dijî sivîlan û armancên sivîl li gor hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve qedexe ye, û ti êrîşek wiha nayê qebûlkirin û divê demûdest were dawî kirin," wî got.

Artêşa Ukrayna got ku berevanîya esmanî 30 ji 38 mûşekên Rûsî xistine xwarê.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya ragihand ku, hêzên wan êrişî navendên pîşesaziya berevanîyê û bingehên esmanî yên leşkerî li Ukrayna kirine armanc û serketî bûne.

Wezaretê armanckirina navendên sivîl red kir û bê delîl îdia kir ku wêneyên ji Kîevê nîşan didin ku ziyan jiber mûşekek Ukrayna çêbûye.

Moskow bi berdewamî red dike ku ew sivîl û binesaziya sîvîl amanc dike, tevî ku êrîşên wê bûne sedema kuştina bi hezaran sivîlan ji dema destpêkirina dagirkirina wê ya Ukrayna di Sibata 2022’an de.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG