Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîserê NY Dibêje Rewşa li Kenara Rojava bi Awayekî Dramatîk Xirabtir Dibe


Dîmena gundekî nêzîkî bajarê Xelîl li Kenara Rojava.
Dîmena gundekî nêzîkî bajarê Xelîl li Kenara Rojava.

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk got ku rewşa mafan ya li Kenara Rojava roj bi roj xirabtir dibe.

Turk li Civata Mafên Mirovan ya NY’ê di axaftina destpêkê de îro Sêşemê dîyar kir ku hem li Orşelîma Rojhilat hem jî li Kenara Rojava ew dibînin ku rewş bi awayekî dramatîk xirab dibe.

Wî dîyar kir ku ji Cotmehê vir ve ji alîyê hêzên ewlekarîya Îsraîlê û cîwarkirîyan ve 528 Filîstînî hatine kuştin, di nav de jî 133 zarok in.

Li gor ragihandina Turk, ev rewş di ser kuştinên bi awayekî ne hiqûqî fikarên kûr çêdikin.

Turk da zanîn ku li Kenara Rojava û Îsraîlê 23 Îsraîlî jî di êrîşên Filîstînîyan de yan jî di pevçûnên Îsraîlî û Filîstînîyan de hatine kuştin.

Komîserê NY’ê dîyar kir ku jiber ku alîyên li Gazayê şer dikin mafên mirovan yên navnetewî û hiqûqa mirovahî binpê dikin ew ketiye şokê.

Volker Turk
Volker Turk

‘’Êrîşên tund yên Îsraîlê li Gazayê trajedîyên giran û hilweşînên mezin çêdikin û li wir alîkarîya mirovahî bi awayekî kêfî tê sekinandin.’’

Turk dîyar kir ku Îsraîlê bi awayekî kêfî bi hezaran Filîstînî desteser kirine û divê ew rewş nedome.

Wî hişyarî da ku ku komên çekdar yên Filîstînî li cîhên qelebalix rehîneyan vedişêrin ku jiber vê hem sîvîl hem jî rehîne di bin rîskê de ne.

Şerê li Gazayê piştî ku çekdarên bi rêberîya Hamasê 7’ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê êrîş li dar xistin û li gor Îsraîlîyan 1200 kes kuştin û pirtir ji 250 kes dîl girtin gur bû.

Karbidestên saxlemîyê yên li Gaza dibêjin ku di êrîşên Îsraîlê de li herêmê pirtir ji 37,400 kes hatine kuştin û piranîya Filîstînîyan bê war mane.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG