Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ji Bo Çareserkirina Krîzên Cîhanî ' Hilcivîna Siberojê ' Li Dar Dixe


Rêberên cîhanê roja Yekşemê li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê, jibo "Hilcivîna Siberojê" ya du rojî kom dibin, da ku çareserîyên kêşeyên girîng ya sedsala 21’an gotûbêj bikin, ji şer û pevçûnan bigire heya avûhewayê û mijarên girêdayî hişberîya çêkirî (AI).

“Hilcivîn armanc dike ku pabendbûna bi Armancên Pêşketina Berdewam (SDGs) û bi Peymana NY jinûve piştrast bike, hevdem hevkarîyê zêde bike û bingehên jibo pergalek piralî ya jinûve zindîkirî were avakirin," NY li ser malpera xwe got.

NY herwiha dîyar kir ku wê di Hilcivînê de, li ser “Peymanek jibo Siberojê“ danûstandin werin kirin, belgeyek çalakîyan ku xurtkirina hevkarîya gerdûnî, jibo berjewendîya her kesî û jibo nifşên siberojê tekoşîna bi bandor ya bi kêşeyên heyî re armanc dike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres cara yekê di 2021’an de ev Hilcivîn pêşniyar kiribû. Guterres "Hilcivîna Siberojê" wek "fersendek carek di nifşekî de"pênase kiribû ku bi vejandina hevkarîya navneteweyî ve, wê dîroka mirovahîyê jinûve biafirîne.

Li bendeye ku Peyman îro were qebûlkirin, ya ku ji 30 rûpelan pêk tê û 56 "çalakîyan" destnîşan dike, ku di nav wan de pabendbûna bi parastina Peymana NY û parastina aştiyê jî hene.

Hejayê gotinê ye ku "Hilcivîna Siberojê" ya du rojî pêk tê, berîya ku civîna 79’an ya Civata Giştî ya NY roja Sêşemê li NewYorkê dest pê bike.

Jêder: AFP, NY

XS
SM
MD
LG