Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Dibe ku Îsraîl Qanûnên Şer li Gaza Binpê Kiribin


Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê ragihand ku pêkan e hêzên Îsraîlî gelek caran prensîpên bingehîn yên qanûnên şer binpê kiribin û ferq nekiribin navbera sivîl û çekdaran di şerê xwe yê li Kerta Gazayê de.

Ofîsa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ser şeş êrîşên Îsraîlê yên ku bûne sedema hejmareke zêde ya qurbanîyan û wêrankirina binesaziya sivîl, raportek eşkere kir.

"Pêkan e ku hêzên Îsraîlê li Gaza bi awayekî sîstematîk prensîpên cudabûn, hevsengiyê û pîvanên pêşîgirtinê di kempeynê de binpê kirine," OHCHR got.

Di raportê de 6 bûyerên ku di navbera 7’ê Cotmehê û 2’yê Mijdarê de qewimîne hatine nirxandin, cûreyên çekan, alav û rêbazên ku di van êrîşan de hatine bikar anîn.

Ravina Shamdasani
Ravina Shamdasani

, berdevka OHCHR, got: "Me hest kir ku girîng e ku em vê raportê niha derxînin, nemaze ji ber ku li ser hin ji van êrîşan, 8 meh derbas bûne, û em hîn vekolînên pêbawer û zelal nabînin."

Shamdasani ev raport bi bîragiştî re parve kir û got ku tevî di ser 6 êrîşên di raportê de hatine nirxandin re 8 meh derbas bûne, Îsraîlî hîn lêpirsînên pêbawer û zelal nekirine.

"Em bang li karbidestên Îsraîlî dikin ku gavan bavêjin da ku lêpirsînên guncav û zelal werin kirin," wê got.

Shamdasan herwiha destnîşan kir ku jiber nebûna vekolînên zelal, wê di vî warî de "pêwîstî bi kiryarên navneteweyî jî hebe."

Komîserê Bilind yê Mafên Mirov yê NY, Volker Turk, jî bal kişand ku Îsraîl li Gaza pîvanên bo parastina sivîlan bî cîh nayîne.

"Pêwîstîya bijartina rê û rêbazên şer yên ku sivîlan ji ziyanê dûr dixin yan kêm dikin, di bombebaranên Îsraîlê de bi berdewamî têne binpêkirin," Turk got.

Erka herdemî ya Îsraîlê ya li NY ya li Cenevreyê ev raport wek li gor "rastîyê, bi qanûnî û metodolojîk şaş" binav kir.

Di êrîşên esmanî û bejayî yên Îsraîlê zêdetirî 37 hezar û 400 Filîstînî li Kerta Gazayê hatine kuştin, li gor wezareta saxlemîyê ya Gaza ku di bin kontrola koma çekdar Hamasê de ye.

Îsraîl dest bi êrîşa xwe li Kerta Gaza kir, piştî ku çekdarên Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşê başûrê Îsraîlê kirin, ku li gor daneyên Îsraîlî, dora 1,200 kes kuştin û bêtirî 250 kes dîl girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG