Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNITAD Lêkolînên Xwe Yên Derbarê Tawanên DAIŞê li Îraqê Bidawî Dike


Çekdarekî
Çekdarekî

Seroka Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ku li ser tawanên koma çekdar "Dewleta Îslamî - DAIŞ" li Îraqê lêkolînê dike, xemgînîya xwe dîyar kir, jiber " şaşfêmkirinên " bi karbidestan li Bexdayê re.

Li ser daxwaza Bexdayê, erka UNITAD ya li Îraqê vê mehê tê dawî kirin û seroktîya 7 salan ya Ana Peyro Llopis diqede.

Di hevpeyvînekê de bi AFP re, seroka UNITAD Ana Peyro Llopis jibo dadmendîya jiber tawanên DAIŞ’ê hewlên xwe yên 7 salan rave kir.

Peyro Llopis dîyar kir ku "şaşfêmkirinên" bi karbidestên Bexdayê re bûye sedema girtina UNITAD ya di dawîya vê mehê de.

Llopis destnîşan kir ku UNITAD yekane şandeya lêkolînê ya navneteweyî ye ku li qadê hatiye damezrandin.

"Gelek kes nînin ku deriyên xwe ji me re bi vî rengî bi comerdî vekin da ku em tawanan lêkolîn dikir pêkan bû, tenê jiber ku em hatin vexwendin û ew bêhempa ye," wê di hevpeyvîna têlefonê de got.

Seroka UNITAD herwiha bal kişand ku divya NY mazûvanîya dilsoz ya Îraqê bi eşkeretir bi awayekî nas bikira.

UNITAD di Îlona 2017’an de ji alîyê Civata Ewlekarîya NY ve hat damezrandin jibo lêkolînkirina jenosîd û tawanên şer yên tundrêyan; dema ku DAIŞ ji asêgehên xwe yên dawîn yên li Îraqê dihat derxistin.

Erka UNITAD wê di 17’ê Îlonê de bi dawî bibe, çend sal berîya bidawîbûna wê ya plankirî, piştî ku Civata Ewlekarîyê sala borî li ser daxwaza hikûmeta Îraqê erka wê tenê bo salekê nû kir.

"Îraqîyan di darizandinên biyanî de encamên berbiçav dîtin, û bawer kirin ku UNITAD bi dewletên biyanî re bêtir hevkarîyê dike, lê ne bi Iraqê re. Her tişt dikaribû çêtir were ravekirin," Llopis got.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG