Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Divê Lubnan Nebe Gazayeke Nû


Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NY.
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NY.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Înê got ku girjîya Îsraîl û Hizbulaha Lubnanê fikarên kûr çêdike.

Guterres dîyar kir ku hêzên aştîyê yên NY’ê dixwazin rê li ber hesabên şaş bigirin û rewşeke aram durist bikin.

‘’Bi tenê tek tevgereke lezgîn, bi tenê tek hesabekî şaş, dikare ji sînor wêde rê li ber felakete mezin ya ku nayê xeyalan veke.’’

Guterres got ku divê ew awayekî eşkere bibêjin ku gelên herêmê û cîhanê naxwazin Lubnan jî bibe Gaza û dîyar kir ku ew nikarin vê yekê rakin.

Hizbulaha bi piştgirîya Îranê piştî şerê li Gaza li dû êrîşên Cotmehê rû da, jibo hevkarîya bi Hamas ya hevbenda wê re roketan davêje Îsraîlê û zorê dide ser bi hezaran Îsraîlîyan ku ji warên xwe derkevin.

Bi deh hezaran Lubnanî jî piştî êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê ji warên xwe derketin.

Misyonê Îranê ya NY’ê îro Înê dîyar kir ku karîna Hizbulahê heye li hember Îsraîlê berevanîya xwe û Lubnanê bike. Wê herwiha got ku ‘’belkî jî dem hatiye ku ev rejîma ne rewa xwe pûç bike.’’

Wê misyonê ser X’ê got ku tevgerên Îsraîlê yên bê tedbîr dikarin rê li ber şerekî nû vekin.

Hêzên NY’ê yên bêçek, ku bi navên UNIFIL UNTSO têne nas kirin, jibo şopandina pevçûnan ji demeke dirêj vir ve di navbera Lubnan û Îsraîlê de li wê xeta sînor in ku bi navê Xeta Şîn tê zanîn.

Guterres dîyar kir ku hêzên NY’ê jibo kêmkirina girjîyê û sekinandina hesabên şaş dixebitin.

Wî got ku ti çareserîya leşkerî tune ye û dîyar kir ku kêmkirina girjîyê neçarî ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG